ŞERÊ EFRÎNÊ – Jin û zarok jî di nav de 20 sivîl bûn qurbanî

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja 46emîn êrîşa ser efrînê de, firokeyên şer derdora bajarê Efrînê bombebaran dikin û topxaneyên Tirkiyê jî çendîn deverên herêmê topbaran dikin.

 

Hêzên HSDê li çendîn eniyên şer cihên hêzên êrîşker bi rokêt û topan dikin armanc û şer û pevçûnên herî dijwar li derdora bajarokê Şerê diqewimin.

 

Ji bajarê Efrînê, çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re da zanîn ku firokeyên şer ên Tirkiyê li asmanê herêmê difirin û hinek cihên nêzîkê bajêr bombebaran dikin.

 

Li gor heman çavkaniyê, gundên ku bi dûrahiya di navbera 8-10 kîlometreyan ji navenda Efrînê dûr in hema hema vala bûne û pêla koçberiyê bi ser navenda bajarê Efrînê de berdewam e.

 

Çavkaniyê herwiha diyar kir ku herdu gundên Berbenê û Heyatê li destpêka Geliyê Tîra ketine destê hêzên êrîşker û rêya navbera Efrîn û Recoyê hatiye qutkirin.

 

Ji devera Bilbilê, çavkaniyekê ji Rûdawê re da zanîn ku hêzên HSDê ji çend gundên Bilbilê û Şera cihên hêzên êrîşker bi rokêt û topanan dikin armanc.

 

Heman çavkaniyê da zanîn ku şerê herî dijwar niha li derdora bajarokê Şerê diqewime û firoke û topxaneyên Tirkiyê jî piştevaniya êrîşa ser bajarokê navborî dikin.

 

Çavkaniyê diyar kir ku hêzên êrîşker gihiştine nav gundên Balûsankê û Alciya lê tekez kir ku nûçeya kontrolkirina Gebeleka ji aliyê wan hêzan ve ne rast e.

 

Li devera Cindirêsê, hêzên êrîşker kontrolkirina gundê Frêriyê li başûrê rojhilatê Cindirêsê ragihandin.

 

Li devera Raco, çavkaniyekê ji Rûdawê re got ku her sê gundên Qêsim, Zerka û Çopana ji du rojan ve bi tundî tên topbaran kirin.

 

Li gor çavkaniyên tendirustî ji Efrînê, duh di êrîşên asmanî yên artêşa Tirkiyê bo ser Cindirêsê de, gundê Firêriyê, duriyana Berbenê û rêya gundê Kefersefrê, nêzîka 20 kesên sivîl bûne qurbanî û bi dehan kes birîndar bûne.

 

Di nava qurbanî û birîndaran de, jin û zarok hene ku zarokek ji wan temenê wê tenê 3 meh in.

 

Çavkaniyên ser bi hikûmeta Tirkiyê dibêjin ku hêzên êrîşker heta niha 114 gund kontrol kirine. Çavkaniyên ser bi HSDê jî van zanyariyan red dikin, lê tu amarên fermî derbarê deverên ku ketine destê hêzên êrîşker de belav nakin.