Musena Emîn: Divê Kurd helwêsta xwe nîşan bidin
Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyên dinyadîtî yên li Hewlêrê nîgeran in ku 27 sal piştî raperîn û gelek qurbaniyan, hikûmeta Iraqê bi awayekî din xelkê Kurdistanê diçewisîne.
Xelkê Kurdistanê demeke dirêj e ku bi nerehetî ligel Iraqê jiyana xwe derbas dikin, niha xortên Kurdistanê ji siyasetmedarên Kurd tika dikin ku ji Bexdayê vegerin, lê belê şarezayên siyasetê vekişîna ji siyasetê beriya hilbijartinan, guncaw nabînin.
Niha behsa du bijardeyan tê kirin, yek ji wan ew e ku Kurd ji pêvajoya siyasî ya Iraqê vekişe, ya duyem jî beşdarî hilbijartinan nebin. Lê belê ev herdu pêngav jî weke ku Dr. Dilawer Elaedîn dibêje, dê bibe xwekuştina siyasî.
Serokê Enstîtuya MERI Dr. Dilawer Elaedîn diyar kir ku niha Kurd di rewşeke lawaz de ne, lewma divê bi awayekî bihêz biçin hilbijartinên Iraqê û gelek kursî bi dest bixin, piştre jî dest bi gotûbêja vekişînê bikin, neku niha bi hestiyarî biryara vekişînê bidin.
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî yê li Parlementoya Iraqê Musena Emîn pêşniyarek daye biryarbidestên Kurd û diyar dike ku ev qonax pêngava herî baş e.
Musena Emîn eşkere kir: “Ez pêşniyar dikim ku Kurd bi serokomar û wezîr û parlementeran ve peyameke siyasî bide û bibêje pêvajoya siyasî ya Iraqê ber bi têkçûnê ve diçe, neku tenê parlementeran.”