Norwec û Kurdistanê rewşa herêmê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza nû ya Norwecê ya li Iraq û Urdinê Tone Allers û şandeke ligel wê kir.
Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îro sêşemê (06-03-2018) Tone Allers di hevdîtinê de kêfxweşiya xwe bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û destxweşî li pêşveçûnên Herêma Kurdistanê, tevî wan bargiraniyên ku li ser hene, kir.
Tone Allers ji ber parastin û hewandina hejmareke mezin a aware û penaberan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku alîkariya welatê wê bo Herêma Kurdistanê berdewam e. Herwiha pesnê pêkvejiyana olî û netewî ya li Herêma Kurdistanê da.
Di beşeke din a hevdîtinê de behsa rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêvajoya diyaloga Hewlêr û Bexdayê hat kirin û di vê mijarê de Tone Allers piştgiriya welatê xwe ji bo diyaloga cidî ya navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser bingeha destûra Iraqê ya bi mebesta çareserkirina pirsgirêkan nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya vê serdanê û alîkariyên mirovî û leşkerî yên Norwecê yên ji bo Herêma Kurdistanê kir û bi kurtasî behsa hevdîtina xwe ya dawîn a ligel Wezîrê Derve yê Norwecê li Davosê, hewandin û dabînkirina xizmetguzariyên pêwîst ji bo hejmareke mezin a aware û penaberên ji destê terorê û pêkvejiyana olî û netewî ya li Herêma Kurdistanê kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastin û pêşxistina çanda pêkvejiyanê derbirî.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de tekez kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîgirê gotûbêja cidî ya navbera Hewlêr û Bexdayê ye û ji bo berdewamiya gotûbêjan hêviyên xwe anîn ziman. Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku hinek pirsgirêk hene ku dikarin bi lez werin çareserkirin û ji bo hinekan jî dem û diyalogên zêdetir pêwîst in.
Gotûbêja li ser çend mijarên derbarê rewşa herêmê bi giştî û Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî, beşeke din a hevdîtinê bû.