Îlham Ehmed bersiva Esed da: Dema Kurd li Rojava hebûn dewleta Sûriyê hêj tinebû!

06-03-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Rojava MSD Îlham Ehmed Sûriye Beşar Esed Kurd Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk, Îlham Ehmed bersiva daxuyaniya Serokomarê Sûriyê Beşar Esed da û ji Rûdawê re ragihand: Înkarkirina hebûna dîrokî ya Kurdan, handaneke ji bo bihêzkirina dagîrkariya Tirkiyê. Îlham Ehmed herwiha di bersiva Esed de ku gotibû, tiştek bi navê Pirsa Kurd li Sûriyê nîne û Kurd ji Tirkiyê ve çûne Sûriyê, diyar kir, dema Kurd li Rojavayê Kurdistanê hebûn, hêj dewleta Sûriyê tinebû.

Piştî daxuyaniyên Serokomarê Sûriyê Beşar Esed yên derbarê Pirsa Kurd li wî welatî de, Hevseroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ji Rûdawê re axivî û bersiva Esed da.

Îlham Ehmed ji Rûdawê re ragihand, daxuyaniyên Beşar Esed xizmeta yekparçeyiya axa Sûriyê û diyaloga navxwe nakin û dibin piştivanê dagîrkariya Tirkiyê li Sûriyê.

Hevseroka MSDê got: “Ev daxuyaniyên Serokomarê Sûriyê hevdem bûn li gel civîna herdu serokên Rûsya û Tirkiyê, herwiha daxuyanî di demekê de hat ku amadekarî tên kirin bo gotûbêjên di navbera hikûmeta Sûriyê û MSD û Rêveberiya Xweser de bi navcîtiya Rûsyayê”.

Îlham Ehmed da xuyakirin: “Bêguman, eger armanc ji wan daxuyaniyan, înkakirina dîroka gelê Kurd be ji bo razîkirina aliyê Tirkî, ez jê re dibêjim daxuyaniyên bi vî awayî xizmeta yekparçayiya axa Sûriyê nakin. Herwiha xizmeta diyaloga navxwe ya Sûriyê nakin. Berovajî, dibe handan ji bo dagîrkariya Tirkiyê”.

Wê rayedara Rojavayê Kurdistanê, rexne li înkakirina Kurdan ji aliyê Beşar Esed ve girt û got, Kurd li Efrîn, Kobanî û Hesekê akincî bûn, berî ku sînorên siyasî yên dewleta Sûriyê bên diyarkirin.

Îlham Ehmed wiha axivî: “Kurd ji hozên Hûrî û Mîtanî ne. Ew kevintirîn gel in li axa xwe ya dîrokî û li Efrîn, Kobanî û Hesekê akincî bûn, berî ku sînorên siyasî yên dewleta Sûriyê bêne diyarkirin”.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Îlham Ehmed destnîşan kir, daxuyaniyên bi vî awayî wan neçar dikin ku rûpelên dîrokê vekin ku ti caran ji hizra mirovan nayê reşkirin û got: “Serokek bi daxuyaniyeke bi vî awayî û dijminkarî nikare xwe ji rastiyên dîrokî veşêre. Kengê nasnmaeya erebbûnê cihê nasnameya Sûrîbûnê girt û nasnameya Erebî ya Sûriyê çi xizmetek gihandiye pirrengiya li Sûriyê, ji bilî pereçebûnê, ji hev veqetînê, malwêranî û karesatên li jêrxana civaka Sûrî”.

Têkildarî yekîtî û yekparçbûna Sûriyê jî, Hevseroka MSDê diyar kir: “Di vê rewş û qonaxa hestiyar de û ji bo parastina yegirtîbûna Sûriyê û parastina civaka wê, em Sûrî, erkê li ser milê me ye ku tekezî li ser zimanê hevbeş û pêkvejiyanê bikin, bi rêya pirnasnameyiya me di dewleta Sûriyê de”.

Serokomarê Sûriyê, Beşar Esed di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala Russia 24 de, êrîşî Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû, tiştek bi navê Pirsa Kurd li Sûriyê nîne û ew yek xeyal û derewe e.

Esed di wê hevpeyvînê de îdia kiriye, ku di sedsala 20an de hejmarek Kurd ji ber zulm û zordariya dewleta Tirkiyê, ji wî welatî ve hatine Sûriyê û hebûna Kurdan li wî welatî înkar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst