HSD: Leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) ragihand ku li derdora Pira Qereqozaqê ya Kobaniyê leşkerekî Tirkiyeyê hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

HSDyê her wiha zanîn ku herî kêm 2 çekdarên ku Tirkiye piştgiriya wan dike jî hatine kuştin

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişên xwe yên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bê navber didomînin.

Di encama van êrişan de şer û pevçûnên giran di navbera şervanên HSDyê û komên çekdar de derdikevin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê amarên şer û pevçûnê roja çarşemê belav kirin.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, balafirên şer ên Tirkiyeyê roja çarşemê gelek êrişên hewayî kirine û li gundên başûrê bajarê Kobaniyê di encama bombebaranan ziyanên madî çêbûne.

Di heman demê de, gundên Melha, Xeseq, Dîkan, Bîr Hiso, Cada, girê Sêvê, Sina, Tîna û pira Qereqozaqê bi giranî hatine topbarankirin.

Leşkerek û 2 çekdar hatin kuştin

HSDyê da zanîn ku di bersiva êrişên Tirkiyeyê de hêzên wan baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li girê Qereqozaqê kirine armanc û leşkerekî Tirkiyeyê hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Her wiha HSDyê da zanîn ku li derdora Tişrînê çekdarek û eniya Dêr Hefîrê jî çekdarek bi giştî 2 çekdar hatine kuştin û gelek çekdar jî birîndar bûne.

HSDyê ragihand ku wan li derdora Bendava Tişrînê droneke bombebarkiri ya komên girêdayî Tirkiyeyê xistiye xwarê.