Trump: Îran rêkeftinê dixwaze lê em şer dixwazin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke nû de derbarê operasyonên li Îranê got: "Hêza deryayî ya Îranê têk çûye. Ew niha dixwazin rêkeftinê bikin lê ji bo me êdî dereng e û em şer dixwazin."

Trump roja înê li Koşka Spî da xuyakirin ku di nava sê rojan de wan 24 keştiyên şer ên Îranê noqî binê avê kirine û wiha got, "Îran niha ne xwediyê hêza esmanî ye û ne jî xwediyê pergaleke parastina esmanî ye."

Piştî vê daxuyaniyê, Fermandarê CENTCOMê Admiral Brad Cooper ragihand ku hejmara keştiyên hatine têkbirin gihîştiye 30an û tenê di du saetên dawî de 200 hedefên Îranê hatine lêdan.

Ji sedî 60ê hêza mûşekî ya Îranê hat tinekirin

Li gorî zanyariyên Trump, operasyonên wan ew qasî hûr û rast in ku her mûşekavêjeke Îranê di bin 4 deqîqeyan de ji aliyê balafirên Amerîkayê ve tê wêrankirin.

Trump da zanîn ku ji sedî 60 heta 64ê tevahiya hêza mûşekî û pergalên pêwendiyê yên Tehranê ji holê hatine rakirin.

"Hûn hinekî dereng man"

Serokê Amerîkayê eşkere kir ku rayedarên Îranê niha têkiliyê bi wan re datînin û dipirsin "Em çawa rêkeftinê bikin?" lê wî bersiva wan daye û got, "Hûn hinekî dereng man."

Trump bal kişand ser wê yekê ku 47 sal in Îran li herêmê tirsê belav dike û ji ber siyaseta Qasim Suleymanî gelek leşkerên wan birîndar bûne yan jiyana xwe ji dest daye.

"Eger me li wan neda dê wan li me bida"

Ji ber şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê, buhayê petrolê bilind bû.

Trump ragihand ku ew dê rê nede ti astengî ji bo derbasbûna keştiyên petrolê ya ji Tengava Hurmuzê re çêbibin.

Trump her wiha bangî endamên Supaya Pasdaran kir ku çekan deynin, yan na ew dê "bi mirineke misoger re rû bi rû bimînin."

Serokê Amerîkayê di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Me ev şerê li ser xwe xilas kir. Eger me li wan neda bûya, wan dê li me bida. Em hatin û me şahiya wan li serê wan xera kir."