Nêçîrvan Barzanî û El Nehyan: Divê alozî bi rêyên dîplomatîk bên çareserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Dewleta Îmaratê tekezî li ser girîngiya zêdekirina hewldanên dîplomatîk ên ji bo aramkirina rewşê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zeyd El Nehyan pêwendiyeke telefonî wergirt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka pêwendiyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku aloziyên dawî yên li herêmê û "encamên metirsîdar ên şer" hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan "dilgiraniya xwe ya kûr li hemberî berfirehbûna şer nîşan da û tekezî li ser girîngiya zêdekirina hewldanên dîplomatîk ji bo aramkirina rewşê û parastina aştî û aramiya li herêmê kir."

Pêwendiyên dîrokî

Di mijareke din de, pêwendiyên Îmaratê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û bipêşxistina hevkariya hevbeş a di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku her du aliyan tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên dîrokî û dostane yên di navbera xwe de kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî "spasiya hevkarî û alîkariyên Îmaratê yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir û hêviya aramî û bipêşketina berdewam ji bo gel û dewleta Îmaratê xwest."