Li Îlamê 32 navendên Supaya Pasdaran û Besîcê hatin bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha herî kêm 32 navend û baregehên Supaya Pasdaran û Besîcê li bajar û bajarokên parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê hatin armanckirin.

Li gorî agahiyan, heta êvara îro 32 baregeh û navendên Supaya Pasdaran û Besîcê li parêzgeha Îlamê bi dijwarî hatine bombebarankirin.

Cihên ku hatine bombebarankirin:

Birêvebiriya Giştî ya Besîca Parêzgeha Îlamê

Navçeya Mukawemeya Besîcê ya bajarê Îlamê

Navçeya Mukawemeya Besîcê ya bajarê Dêloranê

Baregeha Besîcê ya bajarê Sîrwanê

Komelgeha Hêzên Taybet a Parêzgeha Îlamê

Navçeya Mukawemeya Besîcê ya Serawbaxê

Navçeya Mukawemeya Besîcê ya bajarê Bedreyê

Birêvebiriya Îtlaeta Parêzgeha Îlamê

Fermandariya Besîcê ya bajarê Mêranê

Baregeha Besîcê ya bajarê Mêranê

Navçeya Mukawemeya Besîcê ya bajarê Sîrwanê

Fermandariya Besîcê ya Dereşarê

Fermandariya Besîcê ya Dêloranê

Fermandariya Besîcê ya Melekşahiyê

Fermandariya Besîcê ya Bedreyê

Fermandariya Besîcê ya Awdananê

Baregeha Besîcê ya Eywanê

Baregeha Besîcê ya Dereşarê

Baregeha Besîcê ya Lomarê

Baregeha Polîsan a bajarê Îlamê

Baregeha Besîcê ya Çardawilê

Baregeha Gurdana Îmam Husên a Îlamê

Fermandariya Besîcê ya bajarê Çwarê

Komelgeha Gurdana Îmam Elî - Parêzgeha Îlamê

Birêvebiriya Îtlaeta Dereşarê

Navenda Fermandariya Supaya Qudsê - bajarê Mêranê

Baregeha Besîcê ya Seyad Şîrazî ya li bajarê Îlamê

Îtlaeta Awdananê

Baregeha Besîcê ya Eyn Xoşê

Baregeha Besîcê ya Deşt Ebas a Îlamê

Baregeha Besîcê ya Mormoriyê

Pasgeha Besîcê ya Bedreyê