Mesrûr Barzanî û Şahê Behreynê li ser rewşa herêmê axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Şahê Behreynê rewşa giştî ya herêmê gotûbêj kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şahê Behreynê Hemed bîn Îsa El Xelîfe bi rêya telefonê axivî.
Di pêwendiyê de bi taybetî behsa rewşa Şahnişîna Behreynê, Îraq û Herêma Kurdistanê û bipêşketinên dawî yên şer û aloziyan hat kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê pêwendiyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan "dilgiraniya xwe ya kûr a li hemberî zêdebûna êriş, şer û aloziyan anî zimên."
Li gorî daxuyaniyê, her du serkirdeyan tekezî li ser pêwîstiya bipêşxistina hevkarî û hevahengiya navbera her du aliyan kir da ku aştî û aramî herêmê were parastin.