Şerê Trump ê li dijî Îranê çawa dest pê kir?

Hewlêr (Rûdaw) - Hefteyek di ser şerê hevbeş ê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê derbas dibe.

Pirs ev e: Donald Trump çawa gihîşt vê biryarê û bandora Îsraîlê li ser vê siyaseta nû çi bû? Ev şer encama zêdetirî salekê ji guhertinên stratejîk, zextên Benjamin Netanyahu û daxwaza Trump a ji bo "tundkirina destê xwe" ye.

Pêvajoya ber bi şer ve:

Destpêka 2025: Piştî ku Trump di Çileya 2025an de dest bi serokatiyê kir, Netanyahu dest bi lobiya xwe ya ji bo êrişeke serbazî ya li dijî Îranê kir.

Guhertina helwesta Trump: Trump di destpêkê de li hember daxwazên Netanyahu li ber xwe da û heta Nîsana 2025an pêşniyarên êrişê red kirin lê belê, serkeftina leşkerî ya Îsraîlê ya di Hezîrana 2025an de, helwesta Trump guhert.

Amerîka di nav 24 saetan de tevlî operasyonê bû û sê navendên atomî yên Îranê kirin hedef.

Hevdîtina li Mar-a-Lagoyê: Di Kanûna 2025an de, Netanyahu li mala Trump ya bi navê "Mar-a-Lagoyê" belgeyên ku nîşan didin Îran bi alîkariya Çîn û Rûsyayê hewl dide binesaziya xwe ya mûşekî nûjen bike, pêşkêşî Trump kir.

Operasyona Venezuelayê: Desteserkirina Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ji aliyê Amerîkayê ve baweriya Trump a bi "hêza leşkerî ya drastîk" bihêztir kir.

Pêla xwenîşandanan: Di Çileya 2026an de dema xwenîşandanên li Îranê belav bûn, Trump ev yek wekî derfetekê dît da ku "rê li ber şerê ji bo piştgiriya xwenîşanderan" veke.

Hêlên sereke yên stratejiya Trump:

  • Daxwaza şer li şûna rêkeftinê: Rayedarên Îranê niha ji bo rêkeftinê têkiliyê datînin lê Trump dibêje: "Hûn dereng man, em niha şer dixwazin.
  • Parastina petrolê: Amerîka amade ye ku di Tengava Hurmuzê de keştiyên petrolê biparêze da ku bazara cîhanî aram bimîne.
  • Banga ji bo derbeya navxweyî: Trump bang li xelkê Îranê û Supaya Pasdaran dike ku rejîmê hilweşînin, yan na ew dê bi "mirineke misoger" re rû bi rû bimînin.

Gelo Îran lawaz bûye yan metirsîdar e?

Li aliyekê tê gotin ku bi êrişên leşkerî Îran hatiye lawazkirin, li aliyê din jî heman navendên îstixbaratî hişyariyê didin ku Îran hîn jî xwedî kapasîteya bersivdanê ye.

Îran wekî "rejîmeke ku 47 sal in tirsê diçîne" tê pênasekirin û Trump dibêje: "Eger me lê neda bûya, wan dê li me bida. Em hatin û me şahiya wan xera kir."

Peyamên dawî yên Trump:

Trump diyar dike ku ew naxwaze tu rêkeftineke nû bi rejîma heyî re bike; armanca wî ew e ku Îraneke nû ava bibe ku êdî nebe gef li ser Amerîka, Îsraîl û hevalbendên wê yên li Kendavê.

Trump her wiha diyar kir ku ew ê li dijî her cûre gefeke Îranê, bi hêza xwe ya leşkerî ya mezin bersivê bide.