Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê berê yê Amerîkayê yê Bexdayê Zalmey Xelîlzad, operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê yên li hemberî Îranê nirxandin.

Zalmey Xelîlzad diyar kir ku ev şer ji aliyê rêbaz û armancê ve dê ji Şerê Îraqê yê 2003yan cuda be û bal kişand ser wê yekê ku ji bo Kurdan "modela Efxanistanê" dikare bibe vebijêrkek.

Xelîlzad beşdarî weşana Rûdawê bû û derbarê pêşhatên leşkerî yên li Îranê û encamên siyasî yên gengaz pêşbîniyên xwe anîn zimên.

Zalmey Xelîlzad da zanîn ku operasyona heyî naşibe midaxeleya li Îraqê ya sala 2003yan.

Modela Efxanistanê, ne ya Îraqê

Xelîlzad diyar kir ku ti nîşanek nîne ku Amerîka mîna 2003yan ji bo dagirkirina Tehranê yan rûxandina rejîmê hêzeke bejahî ya mezin bi kar bîne.

Dîplomatê bi ezmûn got, "Planeke wiha li rojevê xuya nake. Bendewarî û stratejî ew e ku bi êrişên asmanî yên dijwar û mûşekên hesas di serkêşiya Îranê de şikestin û guherînek were çêkirin."

Xelîlzad behsa rola gengaz a Kurdan û komên mixalîf ên Îranê ya di vê pêvajoyê de kir û got:

"Tê axaftin ku Kurd dikarin roleke mîna ya 'Hevpeymaniya Bakur' bilîzin ku di ezmûna Efxanistanê ya sala 2001ê de lîstibû."

Hêzên herêmî û piştevaniya asmanî

Zalmey Xelîlzad bi bîr anî ku di ezmûna Efxanistanê de hejmareke kêm a hêzên taybet û yekîneyên îstixbaratê yên Amerîkayê li ser erdê bi hêzên herêmî re kordînasyon daniye û wan hedef diyar kirine.

Xelîlzad nirxandina, "Eger Amerîka nexwaze hêzeke mezin a bejahî bişîne, pişta xwe dayîna hêzên herêmî yên mîna Kurdan li gel piştevaniya asmanî ya dijwar dibe vebijêrka herî xurt" kir.

"Dibe ku ev derfeta dîrokî careke din neyê"

Xelîlzad diyar kir ku ev pêvajo bi giştî ji bo hemû Îraniyan û bi taybetî jî ji bo Kurdan "derfeteke dîrokî" ye da ku guherîna bi salan e dixwazin pêk bînin.

Zalmey Xelîlzad hişyariyeke krîtîk da aliyan û got:

"Divê Kurd û aliyên mixalîf ên Îranê gavên xwe gelekî bi hûrgilî û baldarî hesab bikin.

Çimkî dibe ku ev derfet di paşeroja nêzîk de careke din ducare nebe.

Rîskên gelekî mezin hene û divê ev kêliya dîrokî bi planeke mezin û aqilmendî were birêvebirin."