Çawa derz ket pêwendiya navbera PDK û YNK de?

06-04-2013
RÛDAW
Nîşan PDK YNK Goran Yekgirtû
A+ A-

Hêvîdar Ehmed


Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî serkirdayetiya YNK dibêje: “Krîza mam Celal YNK şok kir. YNK nikare yekdeng be, heta Talebanî neyê ser hişê xwe.” Herwiha civînên PDK û YNK rexne kir û got, li şûna ku behsa meseleyên ji dil bikin, dibêjin: “Îro em rehnikên berxan bixwin xweştir e yan masiyan.” Rêveberekî berê yê bizava Goran jî dibêje: “Goran derz xist nav pêwendiyên YNK û PDK.”

Dora 4 mehan de YNK bêyî sekreterê xwe yê giştî Celal Talebanî, siyasetê dike. Di wê navê de jî şêwaza axaftina lîderên YNK li hember PDK guhartiye, nemaze di meha borî de.

“YNK şok bûye”


Endamê serkirdayetiya YNK Şalaw Elî Eskerî, eşkere kir ku YNK bêyî Talebanî rastî “kêşeyeke mezin hatiye: “YNK niha şok bûye, ji ber krîza mam Celal.” Bi baweriya navborî: “Heta mam Celal neyê ser hişê xwe, YNK nikare yekdeng û yekreng be.” Ev jî nîşaneke sergirtî ye ji bo daxuyaniyên hevdij ên vê dawiyê yên lîderên YNK derbarê proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û biryarên girîng ên di nava YNK bi xwe de. Nemaze derbarê hilbijartinan, ku hinek ji wan lîderan dibêjin ne bi        PDK re beşdar dibin û hinek jî dibêjin nêrîna wan cihê ye û hêj ew mijar yekalî nebûye.

Şalaw Elî Eskerî derbarê rola Talebanî di nav YNK de ji Rûdawê re got: “Mam Celal ewqasî mezin bû ku dikare wek mînak wek îmamê mezin bê dîtin. Di ser her tesbîhekê re îmamekî mezin heye û dû re du îmamên biçûk li jêr hene. Lewma niha valahiyeke mezin di nav YNK de dirust bûye.”

Navborî li hember çarenivîsa YNK bêhêvî ye: “YNK matmayî bûye û nizane bi kû ve here.”

YNK, di hezîrana 2007 de li gel PDK peymana stratejî îmze kir, ku li gor gotina berdevkê polîtburoya PDK Cefer Îbrahîm, pirraniya bendên wê ji aliyê mam Celal hatine danîn.

“Opozisyon çav li desthilatê dike”


Rêveberekî berê yê naskirî yê bizava Goran, behsa guhertina helwesta YNK li hember PDK di nebûna Talebanî de dike. Aso Elî, ku niha wek çavdêrekî siyasî dipeyve, dibêje: “Ew şêwaza berî niha ku PDK pê, YNK ji bo berjewendiyên xwe bi kar dianî, dibe ku di ne amadebûna mam Celal de wek berê nemîne. Niha jî nîşanên wê guherînê di helwesta lîderên YNK de tên dîtin.”

Aso Elî siyaseta partiyên Kurdistanî yên desthilat û dijberiyê jî rexne dike, ku ji dêvla ku hokarên geşbûna sîstema siyasî bin, bûne hokarên “têkdana” sîstema siyasî û civakî li Herêma Kurdistanê: “Neçarkirina partiyên opozisyonê ku karvedana wan hebe, kir ku partiyên dijberiyê çav li desthilatê bikin.”

“Bila kes dilxweş nebe ku Goran nikaribû guherînan dirust bike”


Di hilbijartinên roja 25.07.2009 de, ji bo cara yekê li Herêma Kurdistanê, bizava Goran wek hêzeke nû ya xwedî giranî bi 25 kursiyên parlamentoyê derket. Piştî cudabûna Newşîrwan Mistefa ku cîgirê yekê yê Talebanî bû, ji YNK û damezrandina wî ji bizava Goran re. Aso Elî, PDK û YNK tawanbar dike ku di encama siyaseta wan de, dibe ku “Goran jî nikaribe bi saxlemî roleke karîger bilîze.” Li gor wî “Bila kes dilxweş nebe ku Goran nekariye guhartinan dirust bike, çiku pêdiviya vê civakê her bi guhartinan heye.”

Aso Elî, ku berî duristbûna bizava Goran, endamê serkirdayetiya YNK bû, niha jî YNK rexne dike û dibêje YNK ne demokratîk e: “Heke YNK partiyeke demokratîk bûya, ezê tê de bimama. PDK jî, navê wê partiya demokrat e, lê li Herêma Kurdistanê min ti demokrasî di desthilatê de nedîtiye. Goran jî hê jî nehatiye ceribandin ku em bizanin ew çawa ye.”

Aso behsa cudahiya di navbera Goran û YNK de dike: “Goran ji YNK cuda ye, çiku beşekî zêde ji reveberên Goran dev ji desthilatê berdane û bûne opozisyon. Di nav YNK de tê hestkirin ku yekdengî tine û cudahî hene, lê di aliyê fikirî û siyasî de nêzîkî Goran in.”

Nêzîkbûna Goran ji YNK


Gellek caran hinek kes behs dikin ku Goran û YNK tenê bi nav cihê ne û kengî bixwazin dikarin ji hev nêzîk bibin. Nemaze piştî peymana Debaşan, di tebaxa 2012 de. Di yekem hevdîtina di navbera Talebanî û Newşîrwan Mistefa de, piştî cudabûna Mistefa ji YNK, wan li Debaşan li hev kir ku destûra Kurdistanê vegere parlamentoyê û sîstema desthilatê bibe parlamentoyî, lê bi dîtina Şalaw Elî Eskerî: “Goran ne nêzîkî YNK ye, lê Goran bi şert amade ye bi YNK re rûne.”

Biryar bû civîna bilind di navbera Goran û YNK de berî cejna Newrozê bê sazkirin, lê nehat kirin. Niha Goran şertên pêşdem danîne ji bo civînê. Bizava Goran bi awayekî fermî û bi rêya nameyekê ji YNK re ragihandiye ku ger bixwaze civîn bê sazkirin, divê pêbendiya xwe bi peymana Debaşan ragihînin. Ew endamê serkirdayetiya YNK dibêje: “Qasî ku haya min jê heye, YNK biryar daye bersiva nameya Goran nede.”

Guhertin di helwesta YNK de


Derbarê helwesta niha ya YNK, bêyî Talebanî, Aso Elî got: “Niha di warê dirûşm û armancan nêzîkbûneke zêdetir tê dîtin di navbera YNK û partiyên dijberiyê, li ser meseleya destûr û ew yasayên ku taybetmendiya wan a niştimanî heye. Tevgera YNK bi PDK re guheriye. YNK peyman li gel aliyên din nekirine, lê li xwe vegeriyaye.”

Bizava Goran dibêje li Kurdistanê desthilatdarê ji dil PDK ye û YNK desthilata wê qels e. Berê jî endamê polîtburoya PDK Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re gotibû: “Gotinên berpirsên Goran ji bo tevdana endamên YNK li dijî PDK ne. Mixabin niha hinek endamên li ser asta bilind a YNK behs dikin ku YNK ji peymana stratejî ziyandar bûye. Goran û hinek aliyên din ev şepêl dirust kirin.”

Li ser peymana stratejî di navbera YNK û PDK de, Şalaw Elî Eskerî got: “Vekirî dibêjim, YNK ji ber peymana stratejî cuda bû. PDK rastî cudabûnan nehat, lê xurtir jî bû. Em nizanin, Goran dibêje YNK di bin bandora PDK de maye, PDK jî dibêje YNK ji Goran nêzîk e û ketiye jêr bandora Goran. Lê YNK neketiye jêr bandora Goran.”

“Goran pêwendiya hesinî ya PDK û YNK derizand”


Berî nexweşketina Talebanî, ne tenê YNK bû ku pêwendiyên xwe li gel Goran asayî kirin, lê piştî xwenîşandanên 17ê sibata 2011, PDK berî YNK pêwendiyên xwe li gel Goran bi pêş xistin. Derbarê pêwendiya PDK û YNK li gel Goran, Aso Elî got: “PDK û YNK gellek caran Goran wek kerta zextê li hember hev bi kar tînin. Goran jî armanca xwe heye di pêwendiya bi wan herdu partiyan re, ku ew jî derzê bixe pêwendiyên xurt ên PDK û YNK. Di vê yekê de serkeftî jî bûye.”

Şalaw Elî Eskerî jî sedemê hebûna derzê di pêwendiyên YNK û PDK de wiha şîrove kir: “Goran derz nexistiye navbera PDK û YNK de, lê wan bi xwe derz xistine navbera xwe û li polîtburoya herdu partiyan gava rûdinin li şûna ku behsa karên ji dil bikin, dibêjin gelo em îro çi bixwin baş e, rehnên berxan an jî masî? Ew tenê ji hev re li zurnê dixin. Ditirsim ev tişt, ziyanê bigihîne rewşa kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst