Sekreterê PDK-S wê sibê were hilbijartin

06-04-2014
RÛDAW
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw)- Kongreya yekgirtina her çar partiyên Rojavayê Kurdistanê ku 3 rojan li bajarê Hewlêrê berdewam kir, bi dawî hat û di encam de Partiya Demokrat a Kudistanê-Sûriyê (PDK-S) hat ragihandin.

Tevî ku endamên kngreyê gilî li amadekariyên kongreyê dikirin û piraniya wextên xwe li dervey hola kongreyê derbas dikirin, lê li dawiyê hilbijartin hatin kirin û 51 yek endamên komîteya navendî hatin hilbijatin, ji wan 21 endamên wek kutleya damin bi cuda ji aliyê her patiyekê bi tenê ve hatin hilbijartin û her 30 endamên duh ji aliyê hemo endamên kongreyê ve hatin hilbijartin.

Di kongreya ku ji koma 643 endamên wê, zêdetirî 380 endam ên el-Partî bûn, 31 endamên el-Partî, 9 endamên Partiya Azadî ya  baskê Mistefa Oso, 8 endamên Partiya Azadî ya baskê Mitefa Cuma û 3 endamên Partiya Yekîtiya Kurdistanê bûn endamên komîteya navendî ya PDK-S, di nava wan endaman de jî bi tenê 4 jin hene.

Li gor peyrewa navxweyî ya wê partiya nû ku gelek şirovekar dibêjin xwedî cemawerekî mezin e li Rojavayê Kurdistan, komîteya navendî w 15 an jî 17 kesan ji nav xwe hilbijêre ji bo ku bibin endamên polîtbîroyê û pişt re wê sekreterekî jî hilbijêre.

Berdevkê kongreya PDK-S Neşaat Zaza ku di her sê rojn kongreyê de yek axaftin ji medyayî re nekiriye û ti daxuyanî jî nedabû û nehiştin Rûdaw û ragihandinên din derbasî hola kongreyê bibin, îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axifî û got ku “ji ber hin sedemên ewlekariyê u girêdayî ewlekariya endamên kongreyê bû ku bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, kongre li dûrî çavn medyayê hat lidarxistin”.

Zaza ku ew jî wek endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin, aşkere kir ku her 51 endamên komîteya navendî wê sibê Ii Hewlêrê bicivin û endamên polîtbîroyê û sekreterê partiyên hilbijêrin”.

Li gor zayariyên Rûdawê, di her du rojên destêka kongreyê de, piraniya endaman li ser wê yekê israr kirin ku divê sekreterê partiya nû li Rojavayê Kurdistan bimîne, lê belê sekreterên her çar partiyên ku hatine hilweşandin ku li Başûrê Kurdistanê yan li Ewropa dijîn, li dijî wî mercy rawestiyan.

Pirsa mana sekreterê nû li ser axa Rojavayê Kurdistanê bê çareserî maye û li gor ku berdevkê kongreyê ji Rûdawê re gotiye, wê ev pirs jî di civîna yekem a komîteya navendî de bê yekalîkirin, lê belê ji nava her 51 endamên serkirdatiyê nêzîkî 20 kesan li erveyî Rojavayê Kurdistanê dijîn.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di nava serkirdatiya partiya nû de çend 3-4 kesan wê xwe ji bo sekreteriyê kandîd bikin û ew hemû jî berê serkirdeyên el-Partî bûn û di nav wan de 2 kes hene li dervey Rojavayê Kurdistanê dijîn.

Pirsa ku di serê endamên kongreyê û herwiha endamên wê partiya de bê bersiv maye, ewe ku gelo sekreter û ev sekirdatiya nû wê li Rojavayê Kurdistanê karê û xebata xwe bikin, yan ew jî dê wek yên berê li derve bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst