Hewlêr (Rûdaw) - Selîm Berekat herçiqas ku bi zimanê erebî dinivîse jî, lê mijar û naveroka berhemên wî kurdî ne. Romana wî ya vê carê ku berî demekê ji aliyê Dezgeha Erebî ya Lêkolîn û Belavkirinê ve hat weşandin, bi navê (Sebaya Sincar) e, Yanî Sebiyeyên Şingalê, li ser wan keç û jinên Kurdên Êzdî ku ji aliyê Rêxistina DAIŞê ve hatin sebîkirin û êxsîrgirtin. Berekat dixwaze di vê romanê de bêje ku ne tablo û ne jî ziman têra êşa Şingalê nakin.
Di (Sebaya Sincar) de, ku berhema 23an a di nav romanên Selîm Berekat de ye û ji 445 rûpelan pêk tê, Berekat berovajî piraniya berhemên xwe yên din, zimanekî sivik û fambar ku li gorî naveroka berhemê û êş û xemgînî û nalîna têde li hev dike, bikar tîne.
Serlehengê romanê şêwekarê Kurd, Sarat e, ku li Swêdê dijî û di gelek aliyan de dişibe Berekat ê ku tevî înkara wî lê behreya wî di warê resimandinê de jî heye.
Hemû karakterên sereke yên romanê mirî ne. Pênc keçên Kurdên Êzdî bi navên Şahîka, Anîşa, Nînas, Kîdîma û Yada wek penaber digihin Swêdê. Herwiha çar çekdarên pisporên talan û sebiyê yên DAIŞê bi navên Ednan, Îhsan, Elî û Sadûn bi awayekî xeyalî li goleke avê ya nêzîkî mala Saratê şêwekar bicih dibin.
Ev roman şêwekarî û edebiyatê tîne ba hev. Sarat hewl dide tabloyekê li ser karesata Kurdên Êzdî û Çiyayê Şingalê biresimîne, lê meziniya êşê û hovîtiya dagîrkeran ji wê yekê mezintir in ku di çarçoveya cawekî spî de bên kurtkirin. Ew dike nake nikare rojhilatekî bêserûber û di nav xwîn û kuştinê de werbûyî biresimîne. Nikare êş û xemgîniya sebiyê, talanê, dîlîtiyê, kuştin û serjêkirinê bi tabloyekê bîne zimên.
Selîm Berekat di romanê de dibêje: "Di rojhilatê ku ez jê hatime de, ji bo tu tiştî destûrxwestin û molet ne pêwist e. Pêwistiya perçiqandin û tarûmarkirina gel û miletan bi destûrxwestinê nîne. Pêwistiya pelixandina dewletan bi destûrxwestinê tune." Ev roman romana êş û xemgîniyê ye. Spîtiya tabloyê ji Sarat re dibêje: "Çiyayê Şingalê wek ku heye biresminîne. Şingal çiyayekî xemgîn e."
Berekat bi zimanekî tazî û rasterast hemû dewletên mezin bi taybetî Rûsya û Amerîka û herwiha dewletên navçeyê nemaze Tirkiyê û Îranê rexne dike û wan wek sedemê bela û bêtaran dibîne. Bi taybetî li ser hovîtî û wehşiyeta DAIŞê li Şingalê û Sûriyê disekine.
Di beşa dawî ya romana xwe de ji nişkê ve segekî mezin digire ser mala Sarat û hemû tiştî têde serûbino dike. Rebenê Sarat jî tiştê ji ber kûçik difilite û rengên rijiyaî û tevlîhevbûyî hildigire û li bin guhê dîwarê xaniyê xwe dixe. Wek ku bixwaze rûyê rasteqîn ê vê qonax û serdemê, alozî û tevlîhevî û kuştina bê sînor li rojhilatê birîndar nîşan bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse