Li Amedê 180 sîke hatin bidestxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê 180 sîkeyên bronz ên ku ji heyama Romayê mane hatin bidestxistin.

 

Li gor Walîtiya Amedê, tîmên Şaxa Tekoşîna Dijî Tawanên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendermeyên Bajêr li ser saloxiyeke ku di destê kesekê de hin sîke hene û dixwaze bifiroşe xebat da destpêkirin. 

 

 

Tîman li ser wê yekê li navçeya Erxaniyê operasyon kir û gumanbar desteser kir.

 

Di lêgerîna mala gumanbarî de 180 sîkeyên bronz ên ku ji heyama Romayê mayî hatin bidestxistin.