Şaredariya Hewlêrê 100 hezar gul diçîne

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Hewlêrê helmeteke çandina gulan daye destpêkirin û serokê şaredariyê jî dibêje, berhemên nemamgeha nimûneyî ya Hewlêrê ne û helmet jî dê berdewam bike.

Endazyar Ebdulwahîd Ehmed, Serokê Şaredariya Hewlêrê ji Rûdarê re ragihand, “Me îro bi hezaran gul li nav bajarê Hewlêrê çand in. Ev helmet jî dê berdewam bike û em dê 100 hezar gulan li navenda bajarê Hewlêrê biçînin. Em dixwazin bi vê rêyê, di vê rewşa nexwestî ya belavbûna vîrusa koronayê û diltengiyê de, ji hemwelatiyan re bêjin, ‘jiyan berdewam e’ û em dê şeqam û bexçeyan bi gulan bixemilînin.”

Serokê Şaredariya Hewlêrê got jî, “Ew gul xumalî ne û berhemên nemamgeha nimûneyî ya ser bi Rêveberiya Giştî ya Endazyariya Park û Bexçeyan e.”

Tevî qedexeya hatinûçûnê ya ji ber belavbûna vîrusa koronayê, şaredarî li ser kar û xebatên xwe berdewam in. Ebdulwehîd Ehmed dibêje, li gel vê helmeta çandina gulan, tîmên şaredariya Hewlêrê li ser paqijkirina kolanan, çakkirina çalan li şeqaman û rijandina li dijî vîrusê û herwiha li ser hemû çalakiyên din berdewam in.