Nêrîna xelkê Bakurê Kurdistanê li ser qirêjiya li jîngehê

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 1390 şaredarî hene û paqijkirina kolan û derdorê weke karê şaredariyan tê zanîn. Li gorî raporeke saziya amaran a Tirkiyê, rojane 97 milyon ton bermahî li seranserê Tirkiyê têne berhevkirin.

Li gorî rapora TUÎK'ê rojane serê mirovê 1,17 kîlo paşmayî têne berhevkirin. Bajarên ku herî kêm paşmayî lê têne avêtin Mêrdîn, Erzirom û Mereş e.

Di derbarê paqijiya nava bajêr û jîngehê de Rûdawê li Amedê nêrîna welatiyan li ser paqijî û qirêjiya jîngehê wergirtine.

Tîma Rûdawê ji welatiyan pirsî: “Li gorî te qirêjkirina jîngehê li gorî par baştir e yan xirabtir e? Ji bo ku jîngeh neyê qirêjkirin divê xelk çi bike?”

Nêçîrvan Seîd Aydin got: “Bi min niha baş e. Em çawa mala xwe paqij dihêlin divê em wisa derdora xwe jî paqij bihêlin. Kesên ku mala xwe qirêj dikin, jixwe derdora xwe jî qirêj dikin.

Welatiyê bêkar Feyzî Nêrgiz jî anî ziman: “Bi rastî rewşa paqijiyê weke par e, û ti guhertinek nîne. Her kes erka xwe pêk bîne û gilêşa xwe bavêjin zibildankê derdor dê paqij bimîne.

Xanenişîn Alî Belen jî wiha axivî: “Par her der gilaş û çop bû. Ev dar bê xwedî bûn, lê îsal baş e. Ji qirêjê tevahiya nexweşiyan çêdibe, divê em paqij bin.

Bermalî Leman Genç got: “Bi rastî îsal qirêjî heye. Par baştir bû. Binêrin milet li vir e, lê kes paqijiyê nake. Eger mirov derdora xwe paqij bike jixwe mala mirov jî paqij dibe. Mixabin haya kesê ji hawirdorê nîne.”