Li Rihayê qeza: 2 mirî, 2 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn.
Di encama vê qezaya dijwar de 2 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 63 AIH 843 a ku Halîl F. diajot, li derveyî navenda bajêr li otomobîla bi plakaya 06 TG 111 a xist ku Halîl O. diajot.
Du kesan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da
Di qezayê de Halîl, Îsmaîl û Ednan F. li gel Halîl O. birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Rihayê.
Lê Îsmaîl û Ednan F. li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Tedawiya her du birîndarên din li nexweşxaneyê didome.