Li Herêma Kurdistanê bîlançoya şer: 671 dron û mûşek
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên herî nû yên Rûdawê, ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve bi 671 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî şopandina Rûdawê, di 24 demjimêrên borî de bi 21 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
17 ji wan li Hewlêr û Koyeyê û 4 li Silêmaniyê bûne.
Amarên êrişan ên li gorî parêzgehan (Ji destpêka şer ve, 28ê Sibatê):
Hewlêr: 533 dron û mûşek
Silêmanî: 111 dron û mûşek
Dihok: 25 dron û mûşek
Helebce: 2 dron
Êrişên herî nû yên li ser Herêma Kurdistanê:
Nêzîkî saet 11:00ê şeva borî, bi dronek û mûşekekê êrişî Kampa Azadiyê ya li qezaya Koyeyê ya Hewlêrê hat kirin.
Ji saet 12:00 heta 01:00ê berê sibeha îro, bi çar dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyeyê hat kirin.
Ji saet 12:00 heta 01:00ê berê sibeha îro, bi du dronan êrişî baregeha partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ya li taxeke Silêmaniyê hat kirin.
Partiyê ragihand ku wan berê baregeh vala kiribû û ti ziyana canî nebûye.
Nêzîkî saet 02:30ê berê sibeha îro, dronek li asmanê nahyeya Şemamkê ya Hewlêrê hat teqandin.
Nêzîkî saet 02:40î berê sibeha îro, du dron li asmanê Hewlêrê hatin teqandin.
Berê sibeha îro li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê dengê du teqînan hat bihîstin.
Doh êvarê, dronek li asmanê gundekî Germiyanê teqiya û ziyanên canî nebûn.
Nêzîkî saet 18:00ê doh êvarê, li Silêmaniyê dengekî bihêz hat bihîstin û heta niha ne diyar e mûşek bûye yan dron.
Ji saet 22:20 heta 23:00yê şeva borî, li asmanê Hewlêrê heft dron hatin xistin.
Bîlanço
Li gorî amaran, di encama êrişên ji 28ê Sibatê ve heta niha 14 kesan canê xwe ji dest daye û 93 kes jî birîndar bûne.
Şeş ji wan Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê bûn û li Xelîfane ya parêzgeha Hewlêrê şehîd ketin.
Yek ji wan karmendekî Asayîşê bû û li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê şehîd ket.
Şeş ji wan Pêşmergeyên sisê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn ku du ji wan li Hewlêrê, du ji wan li Silêmaniyê û her du yên din jî li Başîkê şehîd ketin.
Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransayê jî li Hewlêrê canê xwe ji dest da.
Li gorî amara komkirî ya Rûdawê, beşek ji birîndaran ev in: 30 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê ya li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên Asayîşê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, 3 Pêşmerge, 2 parêzvanên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, parêzvanekî Otela Titanic a li Silêmaniyê, 2 karmendên Saziya Parastina Sivîlan ya Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî û polîsek.
Divê were gotin ku di nav birîndaran de 18 sivîl jî hene.
Cihên ku rastî êrişan hatine:
Hewlêr:
Gundê Kêşkeyê, Dola Melekan, Herîr, Kanî Qirjale, Balîsan, Xebat, nahiyeya Rizgariyê, Spîlik, Mela Qere, Karêzan, Kampa Zewî Sipî, Kampa Cejniknê, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Nûseran, Hevalan, Karêzan, Gundê Koriyê, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman, Soran û baregeha Pêşmergeyan.
Silêmanî:
Navenda Silêmaniyê, gundê Şêx Weysawayê, Girdê Rîayeyê, Mêrgepan, Qalawa, taxa Beranan, Kolana 60 Metrî, Zirgwêz, Zirgwêzele, Sûrdaş, Kifrî, Hêzên 70yî yên Pêşmergeyan, Tasluce, Çiyayê Zimnakoyê û baregeha Pêşmergeyan.
Dihok:
Parzûngeha petrola Sersingê, Kampa Bacid Kendalê, Akrê, Bicil, Berdereş û taxa Maltayê ya li bajêr, Parzûngeha Petrolê ya Çemankê û Amêdî.
Helebce:
Navenda Helebceyê û Çiyayê Şinruyê.