Komîsyona Aqilmendan doza KCK'ê dişopîne

06-05-2013
XANGUL OZBEY
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîsyona Aqilmendan Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku pêwîst e girtiyên ji doza KCK'ê tên darizandin bên berdan, da ku bikaribin vê pêvajoyê ji girseyên xwe re baştir vebêjin.

Komîsyona Aqilmendan a bakûrê Kurdistanê, xebatên xwe yên di çarçoveya pêvajoya aştiyê de, didomîne. Komîsyonê, heftiya borî doza rêxistina bi navê Îstixbarata Cendirme ya Têkoşîna bi Terorê re (JÎTEM) şopand, her wiha çû serdana girtiyên ji Doza KCK'ê li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ne. Doza JÎTEM'ê, der barê serleşkerek artêşa Tirkiyê Cemal Temîzoz û hêzên girêdayî wî ku di salên 1990'î de li bakûrê Kurdistanê bi dehan kesan revandin, kuştin û cesedên wan hê jî nehatine dîtin de ye.

'Biryar dê hebûna JÎTEM'ê piştrast bike'

Endamê Komîsyona Aqilmendan Ahmet Faruk Unsal, pirsên Rûdawê yên der barê dozê û hevdîtinê de bersivand. Unsal destnîşan kir ku Doza serleşker Cemal Temîzoz, yekem doza ku li Tirkiyê di mijara kuştinên kiryar nediyar de bersûcên girtî tên darizandin e. Unsal da zanîn ku ji ber vê yekê jî ev doz, yekem û gelek girîng e. Unsal diyar kir ku tê îdîakirin bersûcên kuştina 20 kesan a bi awayekî kiryar nediyar, Albay Temîzoz û yên li dora wî ne û wiha got: "Doza der barê wan de ye. Ya duyemîn jî, JÎTEM, avabûneke di nav cendirmeyan de bi awayekî deryasayî hatiye avakirin e. Ger ku di vê dozê de biryar derkeve, dê yekem car biryareke dadgehê ya der barê hebûna JÎTEM'ê de derkeve."

'Em ê tevlî dozên bi vî rengî bibin'

Unsal ragihand ku rûniştinên dozê berdewam in û ev tişt gotin: "Em hêvîdar in ku serdema rûbirûbûna bi kuştinên kiryar nediyar ên li Tirkiyê de, bi vê pêvajoya dawî re destpê kiriye. Lewma jî, em di wê baweriyê de ne ku ev doz dê bi awayekî erênî bi encam bibe û bendewariyên mirovên ku li benda edaletê ne, bicih bê. Ger ku di vê dozê de encameke derkeve, di nav rayagiştî de wê hêviyeke li ser encamdayîna dozên din ên bi vî rengî jî pêk bê. Heta ku ji destê me bê, em ê tevlî dozên bi vî rengî bibin." Unsal anî ziman ku ev daxwaz ji aliyê hikûmetê ve nehatiye, rêxistinên civakî yên sivîl, Baroya Amedê û Şaxa MAZLUMDER'ê ya Amedê, ji wan daxwazek taybet kirine da ku tevlî vê dozê bibin. Li ser vê daxwazê ew jî tevlî bûne.

'Girtiyên KCK'î dikarin pêvajoyê baştir vebêjin'

Unsal da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê der barê pêvajoya hevdîtinên aştiyê de bi girtiyên jin û yên mêr re hevdîtin pêk anîne û der barê vê hevdîtinê de ev agahî dan: "Hemû jî, di asta herî bilind de piştgiriyê didin vê pêvajoyê û heviyek wan a mezin heye. Ya duyemîn jî, gelek mirovên ji doza KCK'ê girtî hene. Tê gotin ku bi deh hezaran kes girtî ne. Me, tenê bi mirovên hatine bijartin re hevdîtin çêkir. Şaredar, endamên meclîsên şaredariyan bi me re rûniştin. Ev mirov niha li derve bûna, bi awayekî herî baş, wan dikaribû vê pêvajoyê ji girseyên xwe re vebêjin. Lewma jî em dibêjin bila dema dirêj a girtî mane jî li ber çav bê girtin û bêne azadkirin, da ku bikaribin vê pêvajoyê ji girseyên xwe re baştir vebêjin."

Unsal diyar kir ku mixabin nekarîbûne doza KCK'ê ya îro bişopînin, ji ber ku neçar bûne ji Amedê veqetin, lê nûnerên ji saziyên ku ew di nav de cih digirin, li wir hene.


Wêne: DÎHA

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst