“Gefa kuştinê li endamên PDK-Sê li Çilaxa tê xwarin”

06-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarokê Çilaxa yê li rojhilatê bajarê Qamişlo, ofîsa serkirdeyê Kurd Nesredîn Birhik ê ku di sibata 2012an de ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin, ji aliyê kesên nenas ve hat şewitandin.

Çavkaniyekê ji malbata Nesredîn Birhik nûçeya şewitandina ofîsa ku kurê Nesredîn Birhik, Ela birêve dibe, ji Tora Medyayî ya Rûdawê piştrast kir û got ku “Çend kesên nenas dora saet 1.30 şevê agir berdane ofîsê”.

Çavkaniyê herwiha got ku “berî niha çend caran kesên nenas di rêya telefonê re gef li Elaa xwaribûn ku eger ew wêneyên Mela Mistefa Barzanî û Nesredîn Birhik ji nav ofîsê dernexîne, ewê ofîsa wî bişewitînin”.

Çavkaniya ji malbata Nisredîn Birhik aşkere kir ku îro dora saet 6ê sibehê ew pê hesiyan ku ofîs bi temamî hatiye şewitandin û got ku “ew nizanin bê kî ofîsa wan şewitandiye”.

Ew ofîsa ku dikeve orta bajarokê Çilaxa de yê ku Kurd, Ereb û Xristyan tê de dijîn, ofîseke taybete bi karên bazirganî û tîcaretê.

Li aliyê din, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li ser rûpela xwe Facebookê nivîsandiye ku kesên nenas druşmên ku gefa kuştinê li endamên wan dike li ser dîwarên ofîsa wan a li bajarokê Çilaxa nivîsandine.

Li gor wêneya ku li ser rûpelên Facebookê belav bûye, li ser dîwarê ofîsa PDK-Sê li Çilaxa bi zimanê erebî hatiye nivîsandine ku “emê we di xendeqan de veşêrin”, wek amajeyekê ji bo xendeqa ki di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de tê kolandin.

Bûyerên şewitandina ofîsên partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê gelek caran çêbûne û yekemîn ofîs di bûyerên li bajarê Amûdê de hatibû şewitandin.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst