Qaymiqamê Şengalê: PKKê rê li ber vegera koçberan digre

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymiqamê Şengalê Mehma Xelîl ragihand, ku PKKê rêveberiya serbixwe bo bajarokên Şengalê datîne û rê li ber vegera koçberan digre.

 

Di daxuyaniyekê de Qaymiqamê Şengalê Mehma Xelîl daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, girîngiyê bide navçeyên Şengalê û asayişa wê biparêze ku guh bide koçberên Kurdên Êzdî ku rûbirûyê mezintirîn êrîş di dîrokê de bûne.

 

Mehma Xelîl amaje bi wê yekê kir ku PKKê rêveberiya serbixwe bo bajarokên Şengalê datîne û wiha got: “Rewşa Şengalê ne dilê dijiman  û ne jî dilê dostan xweş nake, bi sedema reftarên zordariyê yê ne mirovî ku PKKê encam dide, koçber nikarin vegerin malên xwe.”

 

Qayimqamê Şengalê tekez kir, tevî Herêma Kurdistanê pêdiviyên koçberên Kurdên Êzdî dabîn kirine, lê hîn jî pêwîstiya wan bi alîkariya zêdetir heye.

 

Di dawiya daxuyaniya xwe de piştgîriya xwe bo hemû hewlên hikûmeta Iraqê û rêxistinên mirovî yên derbarê başkirina rewşa Kurdên Êzdî û vegerandina mafên wan nîşan da.