Welatiyekî li Mûşê 53 sal e rojnameyan berhev dike

Hewlêr (Rûdaw) - Nazim Uzunboylu yê 69 salî ku li navçeya Gimgima Mûşî dijî, ji sala 1968an vir ve kovar û rojnameyên ku xwendiye li odeyeke mala xwe berhev dike.

Nazim Uzunboylu yê li gundê Uskura ser bi Gumgimê ve dijî û bavê 4 zarokan e her roj rojnameyan dikire û piştî xwendinê jî wan hiltîne.

Heta niha Uzunboylu bi hezaran rojname berhev kirine û ew hin caran rojnameyên berê xwendine jî dîsa dixwîne û rojên xwe yên berê bi bîr tîne.

Uzunboylu daxuyanî got ku ew ji sala 1986an vir ve her roj rojnameyan dixwîne û haya wî ji rojev û pirsgirêkên welat heye.

Uzunboylu destnîşan kir ku ew bi xwendina rojnameyan kêfxweş dibe û wiha pê de çû: "Wê çaxê li Gimgimê rojname nedihatin firotin, min jî ji Mûşê dianî. 53 sal e ku ez rojname û kovaran berhev dikim. Her roj dixwînim û min heta îro xwendiye. Arşîva li cem min li ba kesî tuneye. Min odeyeka xwe ji bo rojname û kovaran cihê kiriye û nêzî 500 hezar rojname û kovar li cem min hene."