Konsulê Tirkiyeyê: Em ji bo geştyaran hêsankariyan dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Konsolê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu ji Rûdawê re got, "Bi rastî eleqeyeke mezin li ser Tirkiyeyê heye, em pir kêfxweş dibin. Dema ku heval û birayên me zêdetir tên serdana me, em xwe bihêztir û bextewartir hîs dikin."

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê Pêşangeha Geştûguzariyê ya Rojhilata Navîn tê lidarxistin.

Di pêşangehê de Tikiye jî di nav de ji 20 welatan zêdetirî 150 şirketî beşdar bûn.

Konsolê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu, li pêşangeha geştûguzariyê ya li Hewlêrê ji Rûdawê re axivî.

Topçu teqez kir ku eleqeya ji bo Tirkiyeyê mezin e û wiha got:

"Em ji demeke dirêj ve hewl didin ku ji bo hêsankirina tevgera geştûguzariyê ji Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê her tiştî bikin.

Di çarçoveya lihevkirina li gel Îraqê de, me vîze ji bo kesên di bin 15 saliyan û li ser 50 saliyan de rakir. Ev yek bi rastî geştûguzarî gelek zindî kir.

"Şirketên Tirkiyeyê eleqeyeke mezin nîşanî pêşangehê didin"

Şirketên navbeynkariya vîzeyên Tirkiyeyê yên li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bi awayekî pir çalak kar dikin û ji bo geşta birayên me ya Tirkiyeyê baştirîn hawirdora serlêdana vîzeyê ava dikin.

Karmendên konsolxaneyê jî, heval û hevkarên me ji bo cîbicîkirina muameleyên vîzeyê, şev û roj dixebitin

Armanca me ew e ku em jî wekî dewlet vê eleqe û daxwaza ku ji bo Tirkiyeyê tê nîşandan hêsantir bikin.

Lewma em dê bi her awayî hewl bidin ku her tiştê ji destê me were bikin.

Şirketên Tirkiyeyê eleqeyeke mezin nîşanî Pêşangeha Geştûguzariyê ya Rojhilata Navîn dan.

Hilgirê alaya Tirkiyeyê Turkish Airlines, Pegasus, hotelên me yên li vir wek Divan û Dedeman, her weha projeyên mezin ên avahiyan, wekî projeya Rams Pavilyonê.

Şandeyekî ji Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê hat. Wan ji bo nasandina Wanê standeke nasandinê vekir. Ev di rastiyê de fikra me ya wek konsolxaneyê bû."

"Ez ji dîtina vê rewşê gelekî kêfxweş bûm"

Mala wan ava be, wan di demeke pir kurt de lê xwedî derketin û hatin beşdarî pêşangeheke nasandinê bûn.

Bi rastî eleqeyeke mezin li ser Tirkiyeyê heye, em pir kêfxweş dibin. Dema ku heval û birayên me zêdetir tên serdana me, em xwe bihêztir û bextewartir hîs dikin.

Lewma ez rexbeta ku li Tirkiyeyê di warê geştûguzariyê de tê nîşandan û rexbeta ku li vir li şirket û standên me tê nîşandan, wekhev dibînim.

Ez ji dîtina vê rewşê gelekî kêfxweş bûm û ez pîrozbahiyê li rêkxerên vê çalakiyê dikim."

Rêvebirê Ragihandin û Pêwendiyên Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ragihand ku pêşangeha ku cara sêyemîn hat lidarxistin, pêşangeha herî mezin ageştûguzariyê ya Îraqê ye û ji 20 welatî zêdetirî 150 şirketî beşdar bûne.