Galeriya wêneyan

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo paşerojê nifşekî bêhempa tê amadehî tê kirin.

Projeya “Jinwar”ê sala 2016an dest pê kir û Jinwar piştî wê bi du salan hat vekirin.

Jinwar gundekî jin û zarokan e û li bajarê Dêrikê yê parêzgeha Hisîçayê ji “bo wan jinên ku dixwazin jiyaneke azad bi jin û zarokên din re bijîn, jinên ku naxwazin bizewicin, jinên ku mêrên xwe di şer de winda kirine yan rastî tundiyê hatine” hatiye avakirin.

Jinwarê 4ê Nîsanê bi armanca gihandina nifşê bêhempa Mala Zarokan ragihand.

Seroka Mala Zarokan Yasemîn Ehmed li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

"15 zarokên me hene. Hemû keç in ji bilî kurekî 9 salî. Em projeyê bi dahatên gund, di nav de pereyên ku ji çandiniyê tên bidestxistin didin meşandin.”

Yasemîn Ehmedê da zanîn ku Rêveberiya Xweser alîkariya lojîstîk dide wan.

Wê destnîşan kir ku proje hem dixwaze ji zarokan re derfetan biafirîne û hem jî wan bi rêya lîstik û perwerdeyê ji bo paşerojê amade bike û anî zimên:

“Dema ev zarok bi vî cureyê perwerdeyê mezin dibin, ew dê bi awayekî cuda bifikirin û dê ji bo her du şiyanên zanistî û îdeolojîk bên amadekirin.

Ew dê her wiha karibin zanîna xwe bidin kesên li derveyî gund.”

Jinwar (an ku warê jinan) ji ber yekbûyîna pêşengiyê ji dema damezirandina xwe ve bûye sernav.

Proje li ser bingeha xweserbestbûnê hatiye avakirin û armanc dike ku jîngeheke ewle û bêtundî ji jinan re pêşkêş bike.

Ew ji bo wan jinên ku ji tundiya malê yan ji şer reviyan dibe stargeh.

Her çi qasî mêr karibin seriyan bidin wan jî destûr nayê dayîn ku li gund bijîn.

Ji bo kurên ku bi dayîkên xwe re tên rewş cuda ye, heta bizewicin destûr tê dayîn li gund bi dayîkên xwe re bijîn.

Yasemînê got, ew dixwazin piştî ku perwerdeya wan temam bû ew zarok wekî “mamosteyên wan kesên ku li derveyî gund dijîn tevbigerin” û berdewam kir:

"Em niha mamosteyên wan in lê rojekê ew dê bibin mamosteyên me. Em li vê paşerojê difikirin û em bawer dikin ku ew dê here rastî.

Divê paşeroja zarokên Jinwarê bi awayekî cuda be, li ser sîstemeke yekane ya rêxistinî û îdeolojîk were avakirin.

Li Jinwarê, em dixwazin ku jin û zarokên me yekane bin. Em naxwazin ku ew wekî kesên din bin ku bi îdeolojiyeke kapîtalîst mezin dibin û di civakekê de dijîn ku jiyana hevbeş, evîn û dadmendî tê de kêm e.”

Yasemînê herî dawî destnîşan kir, dema ew şêniyên Jinwarê hatin perwerdekirin dê herin derveyî gund da ku "civakeke azad û demokratîk” biafirînin.

Wêne: Navenda Agahdariyan a Rojava (RIC)