Gulbahar Beckett: Li Herêma Kurdistanê hebûna gelek zanîngehan cihê dilxweşiyê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Gulbahar Becketta Mamosteya Zanîngeha Iowayê ya Amerîkayê diyar kir ku li Herêma Kurdistanê gelek zanîngeh hene û ev yek cihê dilxweşiyê ye.
Zanîngeha Selahadînê û Dezgeha Riwangeyê li Hewlêrê Konferansa Perwerde, Şiyan û Karsaziyê li dar dixin.
Mamosteyeke Zanîngeha Iowayê ya Amerîkayê Gulbahar Beckett jî beşdarî konferansê dibe.
Gulbahar Beckett bû mêhvana Rûdawê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Gulbaharê diyar kir ku divê fêrbûn tevlî teknolojiyê bibe û xwendekar bi rêya projeyan fêr bibin.
“Dema jiberkirinê derbas bûye”
Wê daxuyand ku “dema jiberkirinê derbas bûye” û divê xwendekar fêrî fikirîn û dariştina ramanên xwe bibin.
Gulbahar Beckettê ragihand ku li Herêma Kurdistanê bipêşketineke darîbiçav heye û got:
"Ez sersam im ku li Herêma Kurdistanê gelek zanîngeh hene, bi taybetî jî li Hewlêrê.
Ku zanîngehên zêde hebin, tê wê wateyê ku ciwanên perwerdekirî zêdetir hene.
Ev jî dibe sedema ku zanîn zêdetir bibe û Hewlêr û Herêma Kurdistanê ber bi pêş ve biçin."
"Konferans girîng e”
Gulbahar Becketta ku li ser “fêrkirina bi rêya projeyan” lêkolîneke taybet kiriye li ser girîngiya konferansê got:
"Konferans girîng e û behsa çawaniya bikaranîna hişê çêkirî û têkelkirina hişê çêkirî û perwerdeyê û alîkarîkirina ciwanên li vê herêmê ji bo dîtina kar dike."
Konferansa Perwerde, Şiyan û Karsaziyê îro dest pê kir û dê 8ê Gulanê bideqe.
Gelek mamosteyên zanîngehên çend welatên cîhanê raman û projeyên xwe yên ji bo çêtirkirina sîstema perwerde û fêrkirina li Herêma Kurdistanê pêşkêş dikin.
“Pêwîst e tu fêrkirinê tevlî teknolojiyê bikî”
Gulbahar Beckettê jî qala projeya xwe kir û ev agahî dan:
"Ev nexşerêyek e ku li Amerîka, Kanada û Ewropayê belav e û pê tê xebitîn.
Projeya min li zimanên din hatiye wergerandin û programek e ku ji bo 100 salî hatiye danîn.
Niha li welatên Ewropa û Asyayê ev şêwaza fêrkirin û dayîna zaniyariyê di sîstema perwerdeyê de tê bikaranîn.
Di vê serdemê de pêwîst e tu fêrkirinê tevlî teknolojiyê bikî û fêrkirinê bi mêjiyê xwendekaran re têkil bikî.
Divê xwendekar bi kiryar tevlî pêvajoyê bibin û hîn bibin, ne ku tenê bi teorî û li ser pirtûkê be.
Di vê sîstemê de xwendekar zûtir hîn dibe, ji ber ku zêdetir hînî wî tiştî dibe ku jê hez dike.
Hînî wan tiştan dibin ku girêdayî wî karî ne ku ew bi xwe li ser difkirin di paşerojê de bikin.
Ev ne wekî wê xwendinê ye ku tu tenê li polê çend waneyan bi teorî wergirî û dûv re vegerî malê.
Xwendekar bi kiryar wan tiştan dikin ku ji wan hez dikin û ramanan çi di zanistê de bin an di her tiştê din de guftûgo dikin û dikarin bi çend zimanên din hîn bibin û wisa li wan tê karibin planan deynin û ramanên xwe darêjin.
Ew li astengiyan dinêrin û carinan teknolojiyê bi kar tînin.
Ango ne tenê xwendina di nav pirtûkan de ye lê belê xwendin, nivîsandin, dîtin û gotûbêjkirin e bi zimanên cuda.
Her wiha teknolojî tê bikaranîn û bi kiryar kar dikin."
“Herêma Kurdistanê jî dikare vê rêbazê bi kar bîne”
Wê anî zimên ku Herêma Kurdistanê jî dikare rêbaza “fêrkirina bi rêya projeyan” bi kar bîne û li pey çû:
"Ev proje dikare li her cihê cîhanê û Herêma Kurdistanê jî were bicihanîn, ji ber ku ew rêya ku em dikarin bi kar bînin.
Ev rahênana mamoste û profesoran e li ser sîstemê û paşê ew wê li xwendekarên xwe belav dikin.
Mamoste ne birêvebiriya vê sîstemê dikin û xwendekaran dişopînin."
Li zanîngehên Herêma Kurdistanê Sîstema Perwedeyê ya Bolognayê tê bikaranîn ku sala 1999an welatên Ewropayê biryar li serê daye da bibe sîstema fermî ya zanîngehên 29 welatên Ewropayê.
Di vê sîstemê de xwendekar li navenda fêrkirinê ye û kar ji bo avakirina pêwendiya di navbera xwendekar û xwediyê kar de tê kirin.