Li Wanê otomobîlek wergeriya: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di qezayê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Ozalp-Ebexê otomobîla ku nasnameya ajokarê wê nehatiye zanîn wergeriya.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî, cendirme û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndaran veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê.