Gaveke nû ji bo peymana HSD û Şamê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lihevkirineke nû Koşka Dadweriyê ya Qamişloyê vedibe û karmendên wê jî dê heman karmendên berê yên Rêveberiya Xweser bin.

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed bi Nûnerê Serokatiya Sûriyeyê Ziyad Ayiş re civiya.

Ziyad Ayiş ji bo bicihkirina peymana bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hatiye destnîşankirin.

Rûdawê li ser naveroka civînê hinek zanyarî bi dest xistin.

Li gorî çavkaniyên Rûdawê, civîn erênî derbas bû.

Her du aliyan qala gelek dosyeyên asêmayî kir û hinek ji wan ber bi çareseriyê ve diçin.

Koşka Dadweriyê tê vekirin

Her du alî li ser Koşka Dadweriyê ya Qamişloyê gihîştin têgihiştinekê.

Li gorî çavkaniyên Rûdawê, di civînê de biryar hatiye dayîn ku roja pêncşemê Koşka Dadweriyê ya Qamişloyê ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve were vekirin.

Lê dîsa jî dê karmendên koşkê heman karmendên Rêveberiya Xweser bin.

Her wiha dê karmendên Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê jî heman karmendên berê bin û neyên guhertin.

Girtiyên HSDyê tên berdan

Mijareke din a civînê jî berdana dîlan bû.

Hat gotin ku vê hefteyê karwanekî din ê girtiyên HSDyê were berdan lê hejmara wan hîn nehatiye zanîn.

Çavkaniyan da zanîn ku di wê civînê de qala vegera koçberên Efrînê jî hatiye kirin.

Li gorî zanyariyan,  ji niha û heta roja înê karwanekî din ê koçberan vegere Efrînê.