CENTCOM: Me li tankereke petrolê ya Îranê xist
Hewlêr (Rûdaw) - CENTCOMê ragihand ku hêzên Amerîkayê li Tengava Hurmizê li tankereke petrolê ya Îranê xistiye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ji bo peymana dawî ya bidawîkirina şerê li gel Îranê "bipêşketineke mezin" çêbûye.
Piştî vê daxuyaniyê bi demeke kurt Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek belav kir.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
"Hêzên Amerîkayê yên li Kendava Umanê, di çarçoveya tedbîrên dorpêçê de tankereke petrolê ya Îranê da sekinandin.
Ev tankera vala ya bi alaya Îranê dixwest ber bi bendereke Îranê ve biçe.
Hêzên Amerîkayê 6ê Gulanê demjimêr 09:00an bi dema ETyê (bi dema Hewlêrê demjimêr 16:00an) ew tanker ji kar xist.
Tankera Îranê guh neda hişyariyan
Hêzên Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), li avên navneteweyî keştiya bi navê M/T Hasnayê dît.
Ev keştî di nav tevgerê de bû û ber bi bendereke Îranê ya li Kendava Umanê ve diçû.
Hêzên Amerîkayê çend caran hişyarî da wê û keştiya bi alaya Îranê agahdar kir ku wê dorpêça Amerîkayê bin pê kiriye.
Piştî ku xebatkarên Hasnayê guh neda hişyariyên ku hatin ducarekirin, hêzên Amerîkayê sîstema birêvebirinê ya tankerê ji kar xist.
Balafireke şer a bi cureyê F/A-18 Super Hornet a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ku ji keştiya balafiran a USS Abraham Lincoln (CVN 72) rabûbû, bi topa 20 mîlîmetreyî çend gule berdan tankerê. Êdî Hasna ber bi Îranê ve naçe.
Dorpêça Amerîkayê berdewam e
Dorpêça Amerîkayê ya li ser wan keştiyên ku hewl didin derbasî benderên Îranê bibin an jî ji wan derkevin bi temamî didome.
Hêzên CENTCOMê ji bo bicîhanîna qanûn û rêzikan, bi awayekî bibiryar û profesyonel tevdigerin."