TAYBET - Rojava, Sûriye û zimanê Kurdî: Tenê 2 demjimêr an perwerdeya bi Kurdî?

1 demjimêr berê
Nûşîn Hemê
Nîşan Kurdî Rojava Perwerde
A+ A-

Endamê Komîteya Bipêşxistina Bernameyên Perwerdeyê ya Surîyeyê Menan Cefer ji Rûdawê re ragihand ku di sala perwerdeyê ya 2026-2027an de, zimanê Kurdî dê di bernameya fermî de wekî wane cih bigire.

Cefer diyar kir ku dibe di paşerojê de hemû bername bi zimanê Kurdî bên amadekirin.

Li gorî daxuyaniya Menan Cefer, li Surîyeyê ji bo sîstemeke nû ya xwendina zimanê Kurdî amadehî tên kirin.

Wî destnîşan kir ku ew li ser rêbazeke nû dixebitin da ku zimanê Kurdî li tevahiya Surîyeyê were xwendin.

Li gorî agahiyên ku wî dane, Kurdî dê di qonaxa yekem de (sala perwerdeyê ya 2026-2027an) nebe zimanê bingehîn ê perwerdeyê, tenê dê wekî waneyekê bê dayîn û hefteyê du saet be.

Cefer li ser planên Wezareta Perwerdeyê jî got:

“Wezareta Perwerdeyê bi xwe jî dixwaze hemû bernameyan bike Kurdî da ku li deverên Kurdnişîn û tewr li Heleb û Şamê jî Kurdî were xwendin lê ev yek ne îsal e.”

Endamê Komîteya Bipêşxistina Bernameyên Perwerdeyê ya Surîyeyê Menan Cefer pirsên me bersivandin:

Rûdaw: Çarçoveya karê we çi ye? Gelo hûn tenê bernameyên nû amade dikin, an hûn dê ji bo perwerdeya Kurdî projeyên nû û berfireh ava bikin?

Menan Cefer: Em dê bernameyeke nû amade bikin da ku materyalên Kurdî li seranserê Surîyeyê werin xwendin.

Rûdawê: Gelo zimanê Kurdî dê tenê bibe waneyek an dê bibe zimanê bingehîn ku waneyên mîna matematîk, fîzîk û kîmyayê jî bi wî zimanî werin dayîn?

Menan Cefer: Belê, niha tenê wekî waneyekê ye û di hefteyê de du demjimêr e.

Rûdaw: Gelo bernameyên nû hemû dê ne bi Kurdî bin?

Menan Cefer: Bi rastî, em nikarin li ser rewşên siyasî biryarê bidin lê niha, li gorî agahiyên ku gihiştine me, Wezareta Perwerdeyê bi xwe jî dixwaze hemû bernameyan bike Kurdî da ku li deverên Kurdnişîn û heta li Heleb û Şamê jî Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Lê ev yek ne ji bo îsal e. Di serdema perwerdeyê ya 2026-2027an de dê tenê du demjimêrên Kurdî bimînin.

Ji bo paşerojê em hîn nizanin, ji ber ji me re hatiye gotin ku em amadehiyên xwe bikin da ku mifredata Erebî wergerînin Kurdî lê hîna di vê mijarê de biryara fermî nehatiye wergirtin.

Rewş hîna ne zelal e lê, eger rewş biguhere û wekî Başûrê Kurdistanê bi awayê fermî naskirinek ji bo herêma Rojava çêbibe -çi federal be, otonom be yan jî nenavendîbûn- wê demê dibe ku hemû mifredat bibin Kurdî.

Rûdaw: Gelo di pirtûkên dîrokê de ku hûn amade dikin, dîroka Kurdistana Mezin dê bi awayekî eşkere cih bigire yan na?

Menan Cefer: Niha ji bilî Herêma Kurdistanê (Başûr), peyva "Kurdistana Mezin" nayê bikaranîn. Heta niha pirtûkeke serbixwe ya Dîrokê nîne. tenê du pirtûk hene, yek ji bo xwendinê ye û ya din jî ya çalakiyan e.

Lê Başûrê Kurdistanê xwedî statuyeke fermî ye, helbet Dê behsa dîroka wê wekî ku heye were kirin lê derbarê Kurdistana Surîyeyê yan Kurdistana Tirkiyeyê de, niha rê nayê dayîn ku bi vî navî cih bigirin. Naveroka pirtûkên Kurdî yên ku em niha li ser wan dixebitin, tenê derbarê malbat, civak, tenduristî, dibistan û jîngehê de ne.

Rûdaw: Gelo we bi awayekî fermî dest bi amadekirina bernameyan kiriye û niha hûn di kîjan qonaxê de ne?

Menan Cefer: Me nû dest bi xebatên amadekirina mifredatê kiriye. Hîn em di qonaxa plana waneyan de ne û li ser bingehên (prensîbên) sereke nîqaşan dikin.

Rûdaw: Hûn ji bo danîna van bernameyan, pişta xwe bi kîjan standard û pîvanên perwerdeyê girê didin?

Menan Cefer: Standarda me ew e ku li Rojava tecrubeyeke deh salan a danîna mifredatan heye. Di gel wê jî em wekî çavkanî ji bernameyên Îngilîzî sûdê werdigirin.

Rûdaw: Gelo karê we tenê guhertina programên kevn e, yan hûn sîstemeke nû û nûjen a xwendinê ava dikin?

Menan Cefer: Sîstem nû ye lê cihêrengiya civaka Surîyeyê li ber çavan digire. Helbet, ezmûnên Bakur, Başûr û Rojava jî ji bo me çavkanî ne.

Rûdaw: Ji bo serkeftina van bernameyan, plana we ya ji bo amadekirina pirtûkên waneyan û amûrên fêrkirinê yên bi zimanê Kurdî çi ye?

Menan Cefer: Niha ji bo îsal, waneyek ku di heftiyê de tenê du demjimêr be, ne têrker e lê li gorî bipêşketinên siyasî yên girêdayî rewşa Rojava, dê mifredat werin amadekirin. Ango eger herêma Rojava statuyeke fermî bi dest bixe, wê demê mifredat û rêbazên perwerdeyê jî dê bi awayekî berfirehtir bi pêş bikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst