Çarenivîsa 442 pêşmergeyên Lîwaya Hevbeş ne diyar e

Hewlêr (Rûdaw) – Çarenivîsa 442 pêşmergeyên Lîwaya 20an a Hevbeş ne diyar e û hîn jî fermana destbikarbûnê ji bo wan derneketiye.

Navê bi sedan ciwanan ji bo Lîwaya 20an a Hevbeş a Hêzên Pêşmergeyan û Artêşa Îraqê derketiye.

Nêzîkî salek di ser temamkirina rêbazan re derbas bûye lê hîn jî fermana destbikarbûna wan derneketiye.

Berpirsên leşkerî û parlamenter jî dibêjin ku ev pirsgirêk bi avakirina hikûmetê û pesendkirina budceya sala 2026an ve girêdayî ye.

Heval Sîtkanî yek ji wan 442 pêşmergeyan e ku li benda fermanê ye.

Navê wî di lîsteya yedek a Lîwaya 20an de bû û wan cihê wan kesên ku sala 2023yan navên wan hatibûn vegerandin girtiye.

Heval Sîtkanî ji Radyoya Rûdawê re qala pêvajoya xwe kir û got:

“Tîrmeha 2024an em ji bo Baregeha Kerkûşê ya li Diyalayê hatin xwestin.

Me kontrolên xwe yên tenduristiyê, hevdîtin û biyometriya xwe temam kirin.

Heta di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên sala 2025an de me wekî hêzên ewlehiyê di dengdana taybet de dengê xwe da lê me heta niha dest bi kar nekiriye.”

Heval Sîtkanî diyar kir ku ew nûnertiya 442 malbatan dikin û xwest ku aliyên peywendîdar dawî li vê çaverêkirinê bînin.

“Gelek dosyeyên din hilawîstî mane”

Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Odeya Operasyonên Hevbeş ên Îraqê Emîd Ebdulsetar Zêbarî, li ser derengketina fermana destbikarbûna wan pêşmergeyan wiha axivî:

“Me çendîn caran lêkolîn kiriye lê heta hikûmeta nû neyê avakirin, fermana destbikarbûna wan dernakeve.

Niha her tişt bi avakirina hikûmetê ve girêdayî ye.

Dê diyar bibe ka ew 442 kes di çarçoveya fermaneke nû de tên tayînkirin yan jî wekî cihgirtina kesên din.”

Ebdulsetar Zêbarî her wiha eşkere kir ku ji bilî wan pêşmergeyan, gelek dosyeyên Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Parastinê ya Îraqê jî ji ber heman sedemê rawestiyane û karên wan nayên kirin.

“Em li benda budceya sala 2026an in”

Li aliyê din, Parlamenterê Îraqê Mazin Xerîb amaje pê kir ku pirsgirêka sereke ya niha terxankirina pereyan e.

Wî parlamenterî got, “Heta yasaya budceyê ya sala 2026an neyê pesendkirin û pere ji wan 442 kesan re neyê terxankirin, fermana destbikarbûna wan dernakeve.”

 

Lîwaya 20an a Hevbeş, yek ji wan lîwayan e ku li deverên nakok hatiye avakirin.

Armanca wê tijîkirina valahiya ewlehiyê ya di navbera Hêzên Pêşmergeyan û Artêşa Îraqê de ye.

Lê belê pêvajoya temamkirina kadroyên wê çendîn caran rûbirûyî pirsgirêkên kargêrî û darayî bûye.