PDKÎ: Îranê bi 2 dronan êrişî Kampa Girdeçalê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku îro bi 2 dronan êrişî Kampa Girdeçalê ya li nêzîkî Hewlêrê hatiye kirin.

Endamê Desteya Birêvebir û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a PDKÎyê Kawa Behramî ji Rûdawê re axivî.

Kawa Behramî li ser êrişê ev agahî dan:

"Îro demjimêr 10:40î Komara Îslamî ya Îranê bi 2 dronan êriş kir.

Îranê derdora baregeha malbatên partiyê ya li Kampa Girdeçalê ya nêzîkî Hewlêrê kir armanc."

"Zêdetirî 114 caran êriş kirine"

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) jî têkildarî êrişê daxuyaniyek da.

PDKÎyê got, "Ev êrişa nû ya Komara Îslamî ya li ser baregehên Partiya Demokrat di demekê de ye ku kampa me ya li Silêmaniyê jî hatibû armanckirin.

Şeva sêşemê, Kampa Sûrdaşê ya li nêzîkî Silêmaniyê bûbû armanca êrişeke din."

Heman partiyê bal kişand ser zêdebûna êrişan û her wiha anî zimên:

"Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şerê xwe yê li dijî Amerîka û Îsraîlê heta niha gelek êriş kirine.

Îranê bi zêdetirî 114 mûşek û dronan kampa malbatên PDKÎyê û bingehên tenduristî û perwerdeyê yên partiyê kirine armanc."

"Tenê zererên madî çêbûne"

Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a PDKÎyê Kawa Behramî eşkere kir ku di êrişê de ti zererên canî nebûne.

Behramî li ser aqûbeta dronan got:

"Yek ji dronan li asman hatiye teqandin. Drona din jî li xaniyekî ketiye lê ti zererên canî nebûne."

Êrişa îro ya li ser Kampa Girdeçalê di demekê de ye ku 5ê Gulana 2026an Kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê bi 2 dronan hatibû armanckirin.

Berpirsê Pêwendiyan ê Komelgeha Zehmetkêşên Kurdistanê yê li Hewlêrê Emced Husên Penahî jî roja sêşemê ji Rûdawê re axivîbû.

Emced Husên Penahî ragihandibû, “Bi 2 dronan êrişî Kampa Sûrdaşê hatiye kirin û tenê zererên madî çêbûne.”