Kurdên Almanya êrişên Amedê şermezar kirin
Almanya (Rûdaw)- Bi sedan kurdên li welatê Almanya bajarê Garmisch Partnkirchenê beriya destpêkirina civîna G7 a aborî, xwepêşandanek lidar xistin û tê de teqîna Amedê û êrişên ser HDPê şermezar kirin.
Dezgehên ewlehiyê yên Almanya ragihandin ku kurdên wî welatî cadeyên bajarê Garmisch Partnkirchenê girtin û di dema gehîştina şandên welatan bo civîna G7, ji nişkê ve xwepêşandan lidar xistin, bi bê ku dezgehên ewlehiyê agahdar bikin.
Di wê xwepêşandanê de, jibilî kurdên Almanya, hejmarek endamên grûpên çep û grûpên mîna Kapîtalîstî Almanya di xwepêşandanê de beşdar bûn.
Di xwepêşandanê de êrişa ser mitînga Amedê û êrişên li ser HDPê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Li qada mîtînge ya Îstasyonê ya Amedê bi beşdariya hezaran kesan mîtînga HDPê dest pê kir. Di cihê mîtîngê de teqînek çêbû û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.