ŞINGAL – Ji ber nakokiyên Hewlêr û Bexdayê gorên bi kom nayên vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber pirsgirêk û nakokiyên di navbera Herêma Kuridstanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de, hê jî çendîn gorên bi komî yên li Şingalê nehatine vedan. Ji aliyê din ve, kurdên êzidî dixwazin gorên bi kom werin vekirin û nasnameya kesûkarên wan ên hatine kuştin werin zelalkirin. Kurdên êzidî gazinda wê yekê dikin, ku dosyeya vedana gorên bi kom bûye pirsgirêkeke siyasî.

 

Navçeya Şingalê, ku di Tebaxa 2014ê de kete ber êrîşa DAIŞê, di dawiya 2015ê de ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate rizgarkirin. Kovara Foreign Policy ya amerîkî, li ser zarê berpirsên ewlekariyê amaje bi wê yekê dike, ku heta niha zêdetirî 30 gorên bi komî hatine dîtin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî mezende dike, ku di van goran de hezar û 500 term hebin.

 

“Em bûne beşek ji lîstokên siyasî”

 

Kovara Foreign Policy ligel kurdekî êzidî yê nivê Hesîm axiviye, ku di êrîşa DAIŞê de hemû endamên malbata wî hatine kuştin. Hestiyê kesûkarên Hesîmê 31 salî hê jî di bin giya û pûşê de ne. Ew dibêje: “Ez nizanim ka dê kî bikare hestiyên wan bi keramet veşêre. Em bûne beşek ji lîstokên siyasî, heta rêzê jî ji miriyên me re nagrin.”

 

Pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser wê yekê ye ka dê kîjan alî berpirsiyariya vedana goran hilgire.

 

Rêveberê Baskê Iraqê yê Komîsyona Navdewletî ya Wendahiyan (ICMP) Fewaz Ebas ji kovara amerîkî re gotiye: “Em çiqas bimînin hêviya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, dê hestî zêdetir wenda bibin.”

 

Baregaha sereke ya (ICMP) li Laheyê ye û li seranserê cîhanê ji bo peydakirina cihê wendahiyan û diyarkirina nasnameyên wan alîkariyê dide hikûmetan. Ev komîsyon demeke dirêje, ku li Iraqê çalak e.  

 

Karên vê komîsyonê yên li Şingalê hatine sînordarkirin, ji ber ku derdora gorên bi kom bi têlbendan hatiye girtin, lewhayek bi ser ve hatiye danîn û li ser hatiye nivîsandin; “Hişyarî: Gorê bi kom e.”

 

Hewlêr naxwaze karê vedana goran li Bexdayê were birêvebirin

Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Şehîd û Enfalkirina a Herêma Kurdistanê Berevan Hemdî derbarê vê yekê de ji Foreign Policy re gotiye: “Em naxwazin karê vedana goran ji aliyê Bexdayê ve were birêvebirin. Ew serdem derbas bû. Şingal navçeya me ye, lewma em berpirsiyariya vedana van goran hildigrin.”

 

Lê weke ku di raporê de hatiye amajekirin, derengketina proseya hilvedana goran û diyarkirina nasmaya kuştiyan encamên yasayî bi xwe re tîne. Ji ber ku hejmara goran, sedema mirinan, nasnameya neteweyî ya qurbaniyan çend hûrgûlî ne, ku ji bo ev tawan weke jenosîd were selmandin, pêwîst in.

 

Fewaz Ebas dibêje, ev saleke ew li hêviya razîbûn û destûra hikûmetê ne.

 

Di vê mijarê de pirsgirêkeke navdewletî jî heye. Iraq ne endamê Dadgeha Tawanên Navdewletî (ICC) ye û di yasayên vî welatî de ti merc an jî rêşûneke derbarê jenosîd, tawanên şer û yên li dijî mirovahiyê de nîne.

 

Lewma rêxistinên mafên mirovan daxwazê ji Hewlêr û Bexdayê dikin, berî rêxistinên navdewletî dest bi vedana gorên bi kom bikin, ew jî yasayekî zelel ji bo helwesta li hember tundutîjiyên DAIŞê darêjin.  

 

Vedana goran ji bo Hewlêr û Bexdayê sembolîk e

 

Li gorî rapora kovara Foreign Policy, vedana goran ji bo Hewlêr û Bexdayê giringiyeke sembolîk e jî. Ji ber ku kîjan alî goran veke ew nîşan dide, ku xwediyê herêmê ye.  

 

Li gorî xala şeşemîn a yasaya parêzvanîkirina gorên bi komî yên li Iraqê, Wezareta Mafê Mirovan a Iraqê li herêmên ku gorên bi kom hene komîsyonekî ava dike û di nav komîsyonê de dadwerek jî cîh digre. Destnîşandikirina vî dadwerî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûye mijara nakokiyê.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Eymen Mistefa weke dadwer pêşniyar kiriye. Hikûmeta navendî ya Iraqê jî dibêje, destnîşankirina Eymen Mistefa ne yasayî ye, ji ber ku Eymen Mistefa endamê sîstema dadwerî ya Herêma Kurdistanê ye.

 

Serokê Dezgeha Şehîdan a Iraqê Ziya Kerîm Sedî ji Foreign Policy re ragihandiye: “Em amade ne ligel hemû aliyan kar bikin. Lê em çawa dikarin kesekî ji bo serokatiya vî karî destnîşan bikin, ku ligel me kar neke?”

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di wê baweriyê de ye, ku Bexda dixwaze bi rêya vê dosyayê xwe weke xwediyê vê navçeyê bide naskirin û piştgiriyeke navdewletî bidest bixe.

 

Hikûmeta Iraqê dadwerek ji bo vî karî rasipartiye, ku endamê Dadweriya Bilind a Iraqê ye. berpirsên bajarê Mûsilê piştgirî didin vî dawerî lê hikûmeta Herêma Kurdistanê red dike.

 

Navçeya Şingalê niha di bin desthilat û kontrola Hêzên Pêşmerge û YBŞê de ye. Ziya Kerîm Sedî tekez dike, ku eger hikûmeta Bexdayê destûra destpêkirina kar bidin wan jî ew nikarin bêyî hevkariya pêşmerge li Şingalê karên xwe bikin.

 

Li gorî rapora kovarê, Rêveberiya Baskê Iraqê yê Komîsyona Navdewletî ya Wendahiyan (ICMP) ji bo çareserkirina van pirsgirêkan 3 caran berpirsên Bexda û Hewlêrê vexwendiye ser masya danûstandinan lê bê sûd bûye.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaznemeyek pêşkeşî Parlamentoya Iraqê kiriye û daxwaz kiriye, ku yasaya vedana gorên bi komî were sererastkirin û herwiha Eymen Mistefa jî weke dadwerê serpereşt qebûl bikin. Hikûmeta Bexdayê heta niha bersiva vê daxwaznameyê nedaye.

 

Foreign Policy di rapora xwe de diyar dike, kurdên êzidî heta niha nizanin ka çima karê vedana goran nayê kirin. Xwednekarekî êzidî gotiye: “Ji me xwestine em xwe tevlî vê pirsgirêkê nekin lê em bi çavê xwe dibînin, ku belgeyên jenosîdê ji ber çav wenda dibin.”

 

Yezda rêxistineke, ku alîkariya kurdên êzidî dike. Vê rêxistinê nexşeya gorên bi kom amade kişandiye û şahidan kom dike. Lê berpirsên Yezda dibêjin, ev çend meh in derbarê vedana gorên bi kom de ti zanyarî nagihin destê wan.  

 

Hesîm di wê baweriyê de ye, ku ti paşerojekî kurdên êzidî li Iraqê nemaye. Ew bixwe jî bi niyete ji bo daxwaziya vedana gorên bi kom û peydakirina hestiyên xizmên xwe here Almanyayê.

 

Hesîm dibêje: “Gelek aliyan bangaşe û propagandaya alîkariya êzidiyan kirine lê di dawiya dawîn de ji bo bernemeya xwe ya siyasî kar kirine.”