Tîma Cîhad a Qamişlo pêwîstî bi alîkariyê ye

06-06-2017
Rûdaw
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Îsal tevî hemû zehmetiyan, tîma Cîhad a futbolê ya bajarê Qamişlo vegeriya rêzên xula pile bilind a lîga Sûriyê.

 

Serokê tîma Cîhad eşkere kir, ku rewşa wan ya aborî pir xerabe, herwiha berpirsekî wê tîmê jî dibêje, ku pêwstiya wan bi yarîzanên nû û çakkirina stadyûma tîmê jî heye.

 

Ji ber ku kasaya tîma Cîhad vala ye, lîstikvanên tîmê naçarin weke karker ji xwe re kar bikin û ew jî bandoreke nerênî li ser amadekariyên wan ji bo xula tîmên pille bilind ên Sûriyê dike.

 

Îsal tîma cîhad ya fotbolê, saleke zehmet derbas kir, piştî ku ji pileya bilind daket, car din vegera xula tîmên pilebilind, lê pirsgirêkên tîmê hîn çarser nebûne, sindoqa cîhad vala ye û bê piştgîriya aborî wê beşdar lîstan bibe, lewma Rêveberiya tîma Cîhad, daxwaz alîkariyê ji cemawerê tîmê dike.

 

Berê wêneya Hafiz El Esed li ser banê stadyûma Cîhad bilindkirbû, lê niha siloganên PYD û YPGê li çûna wî wêneyî hatine bilindkirin, stadyûm jî ne weke berê ye û dişibe erda çoleke vala ku li şûna gihayê, strî di nav de şîn dibe.

 

Qezafî Osmet, ev nav berê tîmên fotbolê yên Sûriyê dilrezandin, niha naçar di dikaneke firotina cilên sporê de kar bike, ji ber nikare bi pîşeya xwe, xwe xwedî bike, Qezafî dibêje, hemû lîstikvanên niha yên Cîhad karker in.

 

Cîhada niha ne weke Cîhada berê ye, cîhadeke bê pişt û lawaz e, lê dîrokeke zêrîn di nav futbola Sûriyê de tomar kiriye û gelek lîstikvanên navdar ji dibistana Cîhad derketin, weke Comerd Mûsa, Heysem Kiço Samir Seîd û bi dehan lîstikvanên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst