Li ser şewata Amedê 4 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser şewata Amedê ku tê de 4 kes miribûn, 4 kes hatin desteserkirin.

Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê doh êvarê agir bi avahiyeke 13 qatî ketibû.

Di bûyerê de dayîkek û 3 zarokên xwe miribûn û 13 kes jî birîndar bûbûn.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya derbarê bûyerê de berdewam e.

Li gorî zanyariyan, di çarçoveya lêpirsînê ku belênder, birêvebir, şefê şantiyeyê û berpirsê çavdêriya çêkirina avahiyê 4 kes hatin desteserkirin.

Sedemên derketina agirê avahiyê hîn ne zelal in û lêkolînên teknîkî berdewam in.

Di çarçoveya lêpirsîna dadî de ji bo destnîşankirina kesên ku di bûyerê îhmalkariya wan heye, xebatên komkirina delîlan jî berdewam in.