Mezlûm Ebdî ji bo Cejna Qurbanê peyamek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de got, “Em hêvî dikin ku aştî li seranserî welêt serdest be û hemû koçber vegerin malên xwe.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo Cejna Qurbanê peyamek belav kir.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de anî ziman:
“Em Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hemû Sûriyeyiyan û cîhana Misilman pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku aştî li seranserî welêt serdest be û hemû koçber vegerin malên xwe.
Werin em bi hev re beşdarî avakirina qonaxa nû û xurtkirina jiyana hevbeş bibin.
Cejna Qurbanê pîroz be.”
نبارك حلول عيد الأضحى المبارك على عوائل الشهداء، مقاتلي ومقاتلات قوات سوريا الديمقراطية، جميع السوريين والعالم الإسلامي.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) June 5, 2025
نتمنى أن يعم السلام في جميع أنحاء البلاد ويعود جميع المهجرين إلى بيوتهم.
لنشارك معاً في بناء المرحلة الجديدة ونعزز التعايش المشترك.
كل عام و أنتم بخير.