Bername diyar bû: Kîjan partî dê cejna hev pîroz bikin?
Hewlêr (Rûdaw) - Bernameya pîrozbahiyên cejnê ku di navbera partiyên siyasî de bûye kevneşopî, dê di roja duyem a Cejna Qurbanê de were lidarxistin.
AK Partî dê bi 9, MHP bi 6, IYI Partiya bi 14 û DEM Partî bi 6 partiyên siyasî re cejna hev pîroz bikin.
CHPyê biryara xwe ya nepîrozkirina cejnê di vê cejnê de jî didomîne.
Serdanên cejnê yên di navbera partiyên siyasî de ku bûne kevneşopî, dê sibê werin kirin.
Serdanên cejnê yên di navbera partiyên siyasî de ku bûne kevneşopî, dê di roja duyem a cejnê de li navendên giştî yên partiyan werin kirin.
Partiyên siyasî hem dê biçin serdanên cejnê û hem jî nûnerên partiyên ku wê werin navenda wan, dê şandeyên xwe yên ku wan pêşwazî bikin, diyar kirine.
CHP, wekî di Cejna Remezanê ya borî de jî kir, dê di Cejna Qurbanê de jî biryara xwe ya nepîrozkirina cejnê bidomîne.
DEM Partî
Di çarçoveya bernameya pîrozkirina cejnê de, DEM Partî dê bi 6 partiyên siyasî re cejna hev pîroz bike ku ew jî ev in: MHP, AK Partî, Partiya Yeniden Refah, Partiya DEVA, Partiya Saadet û Partiya Paşerojê.
Di şandeya pêşwazîkirinê ya DEM Partiyê de dê Alîkarê Hevserokê Giştî Mehmet Ruştu Tîryakî, Endamên Meclisa Partiyê Zeyno Bayramoglu û Îhsan Seylan cih bigirin.
Di şandeya ku dê ji bo pîrozkirina cejnê biçe navendên giştî yên partiyên din de jî dê Endama Lijneya Birêvebir a Navendî Cemile Turhalli Balsak, Endama Meclisa Partiyê Fatma Koçyîgît Oner û Parlamenterê Wanê Zulkuf Uçar cih bigirin.
AK Partî
Di çarçoveya bernameya pîrozkirina cejnê de, AK Partî dê bi 9 partiyên siyasî re cejna hev pîroz bike ku ev in: HUDA PAR, BBP, IYI Partî, DEM Partî, MHP, Partiya Anavatan, DSP, Partiya Welatê û DYP.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Belgîn Uygur dê serperiştiya şandeya ku dê mêvanên ji partiyên din li navenda giştî pêşwazî bike, bike.
Her wiha Alîkarê Serokê Beşa Civaka Sivîl û Têkiliyên Gel Kerem Alî Surekli û Parlamenterê Semsûrê Resul Kurt dê serperiştiya şandeyên ku dê ji bo pîrozkirina cejnê biçin navendên giştî yên partiyên din, bikin.
MHP
Di çarçoveya bernameya pîrozkirina cejnê de, MHP dê bi 6 partiyên siyasî re cejna hev pîroz bike ku ev in: DSP, DEM Partî, AK Partî, Partiya Saadet, DEVA û Partiya Paşerojê.
Alîkara Serokê Giştî Zuhal Topçu dê serperiştiya şandeya MHPyê bike ku dê nûnerên partiyan pêşwazî bike.
Alîkarê Serokê Giştî Sadir Durmaz dê serperiştiya şandeyê bike ku dê serdana partiyên din bike.