YNKê berbijêrên xwe yên bo postên kabineya nû diyar kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) berbijêrên xwe yên ji bo postên kabineya nehma a Herêma Kurdistanê diyar kirin.
Berdevkê YNKê Letîf Şêx Umer ragihand ku di civîna Encûmena Serkirdayetiya YNKê de, berbijarên wan bo Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê hatin destnîşankirin.
Di konferanseke rojnamevanî de, li bajarê Silêmaniyê, Letîf Şêx Umer ragihand, ku tîma YNKê ji bo beşdarîkirina di hikûmeta Herêma Kurdistanê û wergirtina postên cîgirê serokê Herêma Kurdistanê û Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê amade ye.
Encumena Serkirdayetiya YNKê bi şêwaza dengdanê berbijêrên xwe bo postên kabineya nû ya Herêma Kurdistanê destnîşan kirin û ji bo Qubad Talebanî bo posta Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Rêwaz Fayeq bo Serokê Parlamentoya Kurdistanê hatine hilbijartin.
Di civîna îro ya Encumena Serkirdayetiya YNKê ev berbijêr bo postên kabineya nehem a Herêma Kurdistanê hilbijartine:
Rêwa Fayew bo posta Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê.
Qubad Talebanî bo posta Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.
Cefer Şêx Mistefa bo posta Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê.
Şoreş Îsmîl bo posta Wezareta Pêşmerge.
Dara Reşîd bo posta Wezîrê Perwerdeya Bilind.
Heme Seîd bo posta Wezareta Rewşenbîriyê hatiye hilbijartin.