Hemad Fazil Dizeyî: Ti hêzek ji Bexdayê nehatiye sînorê Duhokê

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Fermandariya navçeya yek ya pasewanên sînor radighîne, ti hêzeke Artêşa Iraqê nehatiye sînorên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, lê ew hêza ku vê dawiyê çûye sînorê Iraq - Tirkiyê, hêzeke ser bi pasewanên sînor ve ye û aşkere dike, wan sê xalên serbazî li nêzîkî sînorê Tirkiyê danîne.

Emîd Rukin Hemad Fazil Dizeyî beşdarî bernameya ‘Rûdawa Îro’ ya Rûdawê bû ragihand, ew wan dengoyên hatina hêzeke Artêşa Iraqê bo sînorê parêzgeha Duhokê red dike û got, ew hêzeke yedeka Mexawîr a ser bi hêzên pasewanên sînor ve ye.

Hemad Dizey got jî, berî niha ti xaleke wan ya serbazî li ser sînor nebû lê niha bi pêwîst dibînin ku xalên wan li wan navçeyan hebin, ji ber vê yekê wan hersê xal li nêzîkî sînorê Iraq - Tirkiyê danîne.

Piraniya serbazên Lîwaya 1 a Pasewanên Sînor Kurd in, beşek jî Ereb û Tirkmen in û gelek caran bi wê tên tohmetbarankirin ku rûbirûbyê topbaran û firokeyên cengî yên Tirkiyê nabin û li ser vê mijarê Hemad Dizeyî dibêje, “Hêzên  Parastina Sînor hêza şer nîne, erkê wê rûbirûyê êrişên derve nîne. Heta çekên giran jî me nînin û pêwîstiya me pê nîne. Erkê me çavdêriya sînoran e û rêgirtin e li qa.axçetiya li sr sînor.”

Fermandeyê Hêzên Pasewanên Sînor dibêje, rûbirûbûnek di navbera wan û hêzên Tirkiye û Îranê de çê nebûye û bi gotian wî hemahengiya wan li gel hêzên parastina sînor ên Îranê heye û dibêje, “6 meh carekê em li gel hêzên parastina sînor kom dibin, herwiha Tirkiyê jî daxwaza hemhengiyê li gel hêzên me kiriye û van nêzîkan em dê hemhengiyekê pêk bînin.”

 Herwiha Emîd Dilêr Ferzende Zêbarî, Fermandarê Lîwaya 1 a Pasewanên Sînor jî beşdrî bernamê bû û amaje bi wê kir, “erkê hêzên wan rêgirtina li qaçaxçetiyê ye li ser sînorê Iraq-Tirkiyê.”

Derbarê rûbirûbûna wan li gel gerîlayên PKKê jî,  Emîd Dilêr got, “Heta niha ti rûbirûbûneke me li gel PKKê nebûye û PKKê jî rêgirî li encamdana erkê me nekiriye.”