Rûdaw terorkirina Huşam Haşimî şermezar dike
Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê di daxuyaniyekê de terorkirina şirovekarê siyasî û ewlehiyê yê Iraqî û kuncenivîsê Rûdawê, Huşam Haşimî protesto dike û dibêje, Dr. Huşam Haşimî, hevkarekî berdewam ê Tora Medyayî ya Rûdawê bû. Di meha bihorî de ji bo ku bibe kuncenivîsê heftane yê Rûdawê, bi awayekê nivsîkî girêbestek li gel Rûdawê îmze kir û çend gotarên wî yên taybet li Rûdawê hatin belavkirin.
Êvara îro Huşam Haşimî li nêzîk mala xwe li navçeya Zeyune li bajarê Bexdayê ji aliyê çend çekdarên nenaskirî ve hat terorkirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike, tawanbaran bibîne û radestî dadgehê bike.
Daxuyaniya Tora Medyayî ya Rûdawê:
Mixabin şeva 6ê Tîrmeha 2020, lêkolînvanê siyasî û ewlehî yê navdar ê Iraqê, Dr. Huşam Haşimî li bajarê Bexdayê hat terorkirin.
Dr. Huşam Haşimî, hevkarekî berdewam ê Tora Medyayî ya Rûdawê bû. Di meha bihorî de ji bo ku bibe kuncenivîsê heftane yê Rûdawê, bi awayekê nivsîkî girêbestek li gel Rûdawê îmze kir û çend gotarên wî yên taybet li Rûdawê hatin belavkirin.
Rûdawê bi giring didît, ku şirove û nirxandinên Dr. Huşam Haşimî li ser rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê, ji bilî Erebî, bi zimanên Kurdî û Ingilîzî jî ji xwandevanên xwe re belav bike.
Em di demekê de ku hevbeşiya xwe li gel xema malbata wî û lêkolînvan û rojnemavanan û rewşenbîrên Iraqê tînin ziman, di heman demê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin, tawanbaran bibîne û bide dadgehê.
Tora Medyayî ya Rûdawê
2020-07-06