Hewlêr (Rûdaw) - Bi dron êrişî Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin. Heta niha ne diyar e ku êriş ji kêderê ve hatiye kirin. Ji konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê dengê sîrenan tê.
Li gorî zanyariyên ku Peyamnêrê Rûdawê Behroz Fereydûn ji rayedarên Herema Kurdistanê wergirtiye, bi taybetî li nêzî firokxaneyê tedbîrên ewlehiyê yên tund hatin wergirtin.
Dije Terora Herema Kurdistanê di daxuyaniyeke kurt de ragihand “bi firokeyên bê firokevan yên bombekirî êrişî ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin.”
Dije Terora Herêma Kurdistanê diyar kiriye, êriş demjimêr 23:30 şeva Sêşemê 6ê Tîrmeha 2021an çê bûye û tekez dike, “ziyanên canî û madî çê nebûne. Tenê agir bi pûş û giyayên derdora ketiye û tîmên agirvemirandinê jî mijûlî kontrolkirina agir in.”
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê di derbarê êrişê de daxuyaniyek da û wiha got “Li gorî tespîtên yekem, di dema herêmî 23:15an de li nêzî binkeha Esmani ya Hewlerê li Iraqê bi frokeyên bê frokevan ve hate pêkanîn. Niha li gorî raportên destpê de tu birîndar, kuştî û ziyan çênebûye. Dema ku agahî ketin destên me, em ê bi we re parve bikin.”
Li aliyê din li gorî îdîaya li ser kanala Sabirin Telegram a girêdayî Heşda Şeibî, 20 mûşek avêtine firokxaneyê hatine avêtin. Herwiha diyar kirin ku êrîş bi sê dronan pêk anîne.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di civînek rojnamevanî de êrîşa ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê “wekî kiryarek terorîstî” bi nav kir.
Umêd Xoşnaw destnîşan kir ku di êrîşê de ziyanên canî û malî çênebûne û Yekîneya Tekoşîna li dijî Terorê ya Kurdistanê û hêzên ewlekarîyê lêpirsîn dane destpê kirin.
Duh li Bexda ya paytexta Iraqê bi dronan êrişî avahiya Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin. Hat ragihandin, dronên di êrişê de hatine bikaranîn, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatine xistin.
Ketayibên Seyidu Şuheda yek ji wan grûpên çekdar ên Şîe û ser bi Îranê ve ne ku bi aşkere gefa pêkanîna êrişan li dijî hêzên Amerîkayê û berjewendiyên wê di nav Iraqê de dixwin. Piştî êrişa heftiya bihorî ya Amerîkayê bo ser binkeyeke wê grûpê li ser sînorê Iraq-Sûriyê, wê grûpê gef li Amerîkayê xwar û ragihand, ew li dijî Amerîkayê di şerekî vekirî de ne.
Şewata piştî êrîşa li ser firokexaneya Hewlêrê, hate temirandin pic.twitter.com/Uk3SqD7lq3
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 6, 2021
Initial report: At approx. 11:15 PM local time, one UAS impacted in vicinity of Erbil Air Base, Iraq. At this time initial reports indicate no injuries, casualties or damage. We will update when we have further information.
— OIR Spokesman Col. Wayne Marotto (@OIRSpox) July 6, 2021
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse