PKKyê ji bo çekdanînê çima Silêmanî hilbijart?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî planê dê di nava hefteyekê de merasîma pêvajoya çekdanîna komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nava sînorên Silêmaniyê de bi rê ve biçe.

Kesên agahdar dibêjin, sedema sereke ya lidarxistina merasîmê ya di nava sînorên Silêmaniyê de mijara “ewlehiyê” ye.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê yên ku zêdetirî sê çavkaniyan piştrast kiriye, dê çekdanîna komeke ji 20-30 gerîlayên PKKyê di nava sînorên Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê de were kirin.

Gotûbêja PKK û Tirkiyeyê ya li ser merasîmê

Berê di navbera Tirkiye û PKKyê de li ser cihê çekdanîna koma yekem a gerîlayan gotûbêj hatine kirin û Tirkiyeyê baş didît ku merasîm di nava sînorên parêzgeha Hewlêrê de be lê PKKyê piştî çend civînên navxwe daxwaza Tirkiyeyê red kiriye.

Li gorî agahiyan, piştî gotûbêjan, berpirsên Partiya Karkerên Kurdistanê biryar daye ku merasîma çekdanînê di nava sînorên Silêmaniyê de be û Tirkiyeyê jî dawiyê ev yek qebûl kiriye.

Kesekî agahdar îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Tiştê ku PKK dike niyetpakiya ji bo aştiyê ye û diyarkirina cihê merasîma çekdanînê jî tenê ji ber rewşa ewlehiyê ye.”

Li gorî zanyariyan, Tirkiyeyê rê xweş kiriye ku çekdanîna komeke gerîlayên PKKyê di nava sînorên Silêmaniyê de be.

Endamê CPTyê ya Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Kameran Osman îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn:

“Piştî ragihandina agirbestê ya ji aliyê PKKyê ve, sînorên parêzgeha Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye bombebarankirin.”

Kameran Osmanê ku rêxistina wan bombebaranên li Herêma Kurdistanê tomar dike anî ziman:

“Meha Nîsanê Tirkiyeyê 210 êriş û bombebaran kirine, 198 êriş li sînorê Dihokê, 12 êriş li Hewlêrê bûne û li Silêmaniyê sifir bûye.”

Li gorî amarên rêxistinê meha Gulanê Tirkiyeyê li sînorê Silêmanî û Hewlêrê ti êriş nekirine lê li Dihokê êrişên wê berdewam bûne.

Kameran Osman her wiha amaje pê kir ku meha borî jî li sînorê parêzgeha Silêmaniyê êriş sifir bûye lê “li sînorê parêzgeha Hewlêrê neh êriş û li Dihokê jî gelekî zêdetir bûye.”

Li gorî van amaran, di sê mehên borî de êrişên Tirkiyeyê yên li sînorê Silêmaniyê sifir bûne û dibe ku ev sedema sereke ya PKKyê be ji bo çekdanîna li wê deverê.

Çavkaniyeke agahdar a ji Silêmaniyê îro ji Rûdawê re got:

“Ji ber pêvajoya aştiyê û arambûna rewşê, li deverên cuda yên sînorê parêzgeha Silêmaniyê çûn û hatina gerîlayan asayî bûye û rewş vegeriyaye beriya sala 2018an.”

Şandeya DEM Partiyê tê Başûrê Kurdistanê

Berpirsekî Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Ji bo hatina şandeyekê ya Herêma Kurdistanê hemû amadekarî hatine kirin û berî 12ê vê mehê dê şande ji Bakurê Kurdistanê were.”

Li gorî berpirsê DEM Partiyê, şande dê rasterast biçe Silêmaniyê û armanca sereke ya hatina wan beşdariya merasîma çekdanîna komeke gerîlayên PKKyê ye.

Li gorî agahiyan, dê merasîma çekdanînê bi amadebûna medya, rêxistin û kesayetiyên siyasî û hikûmetê be.

Biryar e di merasîmê de koma gerîlayan çekên xwe bi şewitandinê yan jî bi her awayekî din ê jinavbirinê ji holê rake.