Mesrûr Barzanî û Mehmûd Meşhedanî civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî re civiya.

Di civînê de Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdullah û endamê Parlamentoya Îraqê û Serokê Komîteya Destpakiyê amade bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku di civînê de bi taybetî jî li ser mijara “meaş û heqdestên darayî yên karmendên Herêma Kurdistanê” hat gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, her du alî “hevnêrîn bûn ku nabe bi ti awayî mijara meaşan tevlî ti pirsgirêk û nakokiyên siyasî were kirin û karmendên Herêma Kurdistanê baca wan nakokiyan bidin ku bi awayekî nedadperwerane miamele bi xelkê Kurdistanê re hatiye kirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn:

“Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e di demeke kurt de, pirsgirêka meaşan were çareserkirin û heqdestên darayî yên Herêma Kurdistanê bên şandin.

Derbarê vê yekê gotûbêjên di navbera her du hikûmetan de berdewam in da ku di van çend rojan de pirsgirêk were çareserkirin.”