Civîna encumena wezîran li avahiya parêzgeha Hewlêrê hat sazkirin

06-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena wezîran a Herêma Kurdistanê li avahiya parêzgeha Hewlêrê civiya û li ser kêşe û pirsgirêkên parêzgehê gotûbêj kir.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, encumena wezîran a Herêma Kurdistanê îro (06.08.2013) li avahiya parêzgeha Hewlêrê hat sazkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de derheqê serdana xwe ya Îranê û beşdariya merasima sondxwarina serokomarê nû yê wî welatî agahî da û diyar kir ku Îran dixwaze di warên aborî û bazirganiyê de pêwendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê baştir bike û hêviya xwe anî ziman ku pêwendiyên di navbera Hewlêr û Tehranê di hemû waran de pêş bikeve û bikeve xizmeta her du aliyan.

Paşê parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî raporek li ser kêşe û pirsgirêkên parêzgehê pêşkêş kir. Di raporê de bi taybet behsa qerebûya wan kesan hat kirin ku zevî û erdên wan ketine ber projeyên hikûmetê, her wiha çawaniya çareseriya kêşeya zêdereviyê jî hat ziman.

Di beşek din a civîna encumena wezîran de, li ser projeyên bicîhbûnê û kêşe û tengaviyên wê yekê hatin axaftin û hat têkezkirin ku divê xanî û avahiyên ku ji xelkê hejar û kêmderamed re tê çêkirin li gorî mekanîzmek diyar were cîbicîkirin û li ser wan were dabeşkirin û nabe li ser wan projeyan bazirganî bê kirin.

Her wiha di civînê de biryar hat dayîn ku kêşeyên ku li her sê parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê hevbeş in ji aliyê encumena wezîran ve bên çareserkirin û kêşeyên ku taybet bi wan parêzgehan in jî bi hemahengiya navbera encumena wezîran û rêveberiya parêzgehan bên çareserkirin.

Mijarek din a civîna encumena wezîran li ser wê bû ku Hewlêrê sala 2014an wek paytexta geştiyarî ya wleatên erebî hatiye destnîşankirin. Di civînê de biryar hat dayîn ku hemû tiştên ku bo vê yekê pêwîst bin bên kirin.

Di dawiyê de serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya parêzgarê Hewlêrê û hemû rêveberiya parêzgehê kir û diyar kir ku divê wezîr hertim serdana parêzgehan bikin û ji nêzîkî ve agahdarî kêşe û tengaviyên xelkê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst