60 zarok, pîrejin û pîremêr li çiyayê Şingalê jiyana xwe ji dest dan

06-08-2014
A+ A-

Şingal (Rûdaw)- Li Çiyayê Şingalê,  60 zarok, pîrejin û pîremêrên kurdên êzîdî ji birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zaniyariyên peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, hejmara wan kesên ku li Çiyayê Şingalê ji birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dane hûre û dê piştire hûr bibe.


Peyamnêrê Rûdawê, li ser rewşa êzdîyan wiha ragihand:


“Karesateke mirovî li Çiyayê Şingalê heye. Di bin wê germê de xelk hin bi hin jiyana xwe ji dest didin, bi taybet jî zarok û pîrejin. Xelk êdî nikare ji birçîbûn û tîbûnê xwe rabigire. Ew xwarin û vexwarina ku dibêjin bi rêya balafiran avêtine ser çiyê, kes nabîne. Bi rastî karesatek mirovî li vê de heye ku pêwîstiya wê bi hawarhatineke bilez a Pêşmerge, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî heye. Em daxwaz dikin ku bi hawara 10an hezar xelk ve werin, eger na dê hemû bi komel bimirin.”


Piştî girtina Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, di roja 3ê tebaxê de heta îro bi 10an hezar kes ber bi Dihokê ve koçber bûn û hinek ji wan derketin Çiyayê Şingalê.


Li gor zaniyariyên Wekîlê Mîrê Êzîdiyan, Hazim Beg hejmara wan 50 hezar kes e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst