Encûmena Sivîl a Reqa derfeta kar ji xelkê re peyda dike

Hewlêr (Rûdaw) – Komîteyên Encûmena Sivîl a Reqayê pêşbirkeyên mehane bi rêya ofîsa peydakirina kar rêkxistin, daku derfetên kar ji gencên Reqayê re peyda bikin û rêjeya bêkariyê jî kêm bikin.

 

Li gor serperiştyarên Komîteyên Encûmena Sivîl a Reqayê ew dixwazin astengiyan nehêlin û asankariyan jî bidin pêş.


Derbarê vê mijarê de Rêvebera Peydakirina Kar li Encûmena Sivîl a Reqayê Hêlîn Ismaîl wiha got: “Hemû komîteyên Encûmena Reqayê bi rêya ofîsa peydakirina kar ligel rêxistinên navdewletî bi pêşbirkeyên mehane radibin, daku rêjeya bêkariyê kêm bikin, me ligel komîteya avrêjê heta niha nêzîkî 150 kesan vê mehê kirin xwedan kar, me ligel çend rêxistinan pêşbirke li Reqayê pêk anîn, pêdiviya navendên peydakirina kar bi kadroyan heye."


Li gor ofîsa peydakirina kar a ser bi Encûmena sivîl a Reqayê ve  wan gelek derfetên kar ji xort û keçên Reqayê re peyda kirine.


Karmendê bi navê  Mihemed Ehmed jî got: “Ofîsa Peydakirina Kar wezîfe ji gelek gencên Reqayê re peyda kirine, çi keç bin û çi xort, û karî dawî li waste-torpîl û mehsûbiyetê bîne, tenê kar ji ciwanên Reqayê re tê dîtin."


Ofîsa Peydakirina Kar bi rêya Malên Gel li taxan daxwazê ji ciwanan dike daku CVyên xwe bo kar pêşkêş bikin û derfetên kar ji wan re bên peydakirin.


Welatiya bi navê Hebe Abid ku daxwaza kar dike wiha axifî: “Min li taxê bi rêya Mala Gel bihîst ku derfetên kar ji xwedî bawernameyên zanîngehan re hene, bi taybetî bo kesên dikarin karûbarên bazarkariyê birêve bibin, bi rastî Encûmena Reqayê di peydakirina kar de alîkariya xort û keçan kiriye, ez hatime CVya xwe pêşkêş bikim."


Di Cotmeha 2017ê de şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Reqa ji destê çekdarên DAIŞê derxistin, Piştre Encûmena Reqayê ya Sivîl bo rêvebirina bajar hat damezrandin. Encûmenê bi hevahengiya ligel rêxistinên navdewletî gelek xizmetguzarî û derfetên kar ji xelkê vegeriyayî re peyda kirine.