Tirkiye red dike dest bi komkirina avê li Bendava Ilisuyê kiribe
Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye red dike ku dest bi komkirina avê li bendava Ilisu ya li Heskêfê kiribe û dibêje, li ser daxwaza Iraqê wan ew pêngav li paş xistiye.
Hikûmeta Iraqî dibêje, ji ber avakirina bendavan li ser çemên Ferat û Dîcle li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, kirîzeke avê li Iraqê serîhildaye. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî dibêje, li ser daxwaza Iraqê, wan pêngava komkirina avê li bendava Ilisuyê salekê paş xistine.
Bi gotina Çavuşoglu, ev pêngav rojane 1 milyon dolar ziyanê dighîne Tirkiyê.
Mevlut Çavuşoglu dibêje: “Tirkiyê li Bendava Ilisu dest bi komkirina avê nekiriye û bo dema salekê paş xist. Ji ber Iraqê daxwaz kir, Tirkiyê ev pêngav avêt. Me heta îro ti wextekî di mijara avê de astengî çênekirine. Di demekê de ku Tirkiye li Ilisu avê kom nake, rojane bi behayê 1 milyon dolar li ser radiweste.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê, di serdana xwe ya dawî ya 5ê Gulana 2019êan de bo Iraqê, li bajarê Besrayê bi vî awayî behsa proseya komkirina avê li Bendava Ilisu kiribû.
Berpirsên Tirkiyê, ragihandibûn ku naverasta Hezîrana 2019ê dest bi komkirina avê dikin, lê heta niha bi fermî ev destpêkirin ranegihandine.
Lê li aliyeke din, Koordinasyona Heskîfê çend foto belav kirin ku komkirina avê li bendavê pêşan dide. Ev di demekê de ye dewleta Tirkiyê ti daxuyaniyeke fermî derbarê destpêkirina komkirina avê de nedaye.
Li gor datayên Wezareta Daristan û Karûbarê Avê, Bendava Ilisuyê bilindbûna wê 130 metre ye, şiyana komkirina 10.4 milyar metre sêca av heye, 8.5 milyar lîreyên Tirkî lê çûye, salane bi 1.5 milyar lire enerjiyê berhem tîne, derfeta kar bo 156 hezar kes peyda dike û dikeve navbera Cizîr, Midyad û Kerboranê.
Berê hikûmeta Tirkiyê Heskîfeke nû çêkir û ew hemû mal veguhestin ku xaniyên wan dikevin bin ava bendavê. Herçiqas hemû amadekarî ji aliyê Enqerê ve hatine kirin bo destpêkirina Bendava Ilisu, lê dîsan hejmareke berçav a komele û rêxistinên sivîl li ser a xwe pêdagir in û dibêjin çênabe bajarekî xwedan dîrokeke 12 hezar sal, bikeve bin avê.