Nêçîrvan Barzanî û Qalîbaf peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro piştî civîna li gel Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li gel Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf kom bû. Di civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamî ya Îranê di her warî de li ser bingeha “cîrantiya baş û berjenwediyên hevbeş” hat gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li gel Serokê Encumena Şûraya Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bi amadebûna Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq birêve çû.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de “pêşxistina warên peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş û girîngiya parastina asayîş û aramiyê” hatin giftugokirin.

Herwiha di civînê de şanda li gel Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji berpirsên Komara Îslamî ya Îranê jî amade bûn.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, derbarê “rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din ên girîng û hevbeş” de danustandina bîr û ramanan hat kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê roja 05/08/2021, ji bo beşdariya di merasîma sondxwarinê ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de gihişt Îranê û li Tehranê di asteke bilind de bi ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê îro jibilî Serokê Parlamentoya Îranê, li gel Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî civiya.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinên li Tehranê îro vegeriya Herêma Kurdistanê.