Besam Ehmed: Operasyonên girtinê beşekî pilana koçberkirina Kurdan e

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê Besam Ehmed ragihand ku operasyonên girtinê li Efrînê beşek e ji plana koçberkirina kurdan ji herêma wan a resen.

Binpêkirinên grupên çekdar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam e,  tenê di nava 6 mehên borî de, çekdarên opzisyona Sûriyê û Îstixbarata Tirkiyê 311 welatî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê girtine û bêserûşûn kirine.

Di raporekê de ku kopiyekjê ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye şandin, Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmnendiyê ragihandiye ku ji bilî girtin û bêserûçûnkirinê, 2 hevwelatî li jêr îşkenceyê hatine kuştin.

Di raporê de, Rêxistina navborî hûrkarî belav kirine:

  • 311 kes bi darê zorê hatine girtin
  • 12 kes jin û zarok in
  • 28 kes bêserûşûn in
  • 2 kes li jêr îşkenceyê hatine kuştin
  • 19 grûpên çekdar xelk girtine
  • 42 kes jî li ser destê Îstixbarata Tirkiyê hatine girtin

Rêveberê Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê Besam Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got amar ji çavkaniyên bawerpêkirî hatine wergirtin.

Rêveberê Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê Besam Ehmed dibêje: “Amarên ku di rapora Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmnendiyê hatine ji peyamnêr û lêkolerên meydanî û çavkaniyên bawerpêkirî, di nav de jî xwediyên qurbaniyan, hatine wergirtin. 311 kesên ku li Efrînê hatine girtin ew in ku bi nav û zanyariyên hûr hatine belgekirin. Herwiha jî roja desteserkirinê û aliyê ku ew girtine.”

Ehmed ji Rûdawê re diyar kir ku, operasyonên girtinê li Efrînê beşek e ji plana koçberkirina kurdan ji herêma wan a resen.

Besam Ehmed herwiha dibêje: “Girtinên ku li Efrînê tên kirin yek ji taktîkên ku li vê herêmê tên pêkanîn da ku bi şêweyekî stratejîk Kurd bên têvedan ji bo koçberiyê û derketinê ji vê herêmê. Wate operasyonên girtinê taktîkeke wek operasyonên revandinê, weke astengkirina jiyana xelkê herêmê,  wek destdanîna ser xanî û zeviyan. Di encamê de, fişar li xelkê naqvçeyê tê kirin da ku cihê niştecîbûna xwe yê resen bicî bihêlin.”

Li gorî heman raporê, hevwelatiyên Efrînê bi 5 tohmetên sereke ku girêdayî pêwendiya ligel Rêveberiya Xweser a berê ne tên girtin.

Ji bo azadkirina girtiyan jî, di navbera 700 L.T û 3000 Dolar de wek fidiye tên standin. Hin hevwelatî jî bêhtirî carekê bi heman tohmetê tên girtin da ku fidiye dubare ji wan bê standin.